Rojnameyên erebî: Gumanên li ser niyetên Tirkiyeyê yên têkildarî dosyaya Îxwanan berdewam in

Rojnameyên erebî vê sibê cih da têkiliyên Tirkiye û Misirê, şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de û kar û barên Lîbyayê.

Rojnameyên erebî: Gumanên li ser niyetên Tirkiyeyê yên têkildarî dosyaya Îxwanan berdewam in
21 adar, 2024   10:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb El Londoniye têkildarî têkiliyên Misir û Tirkiyeyê nûçeyek bi sernavê "Kêmasî di têkiliyên Qahîre û Enqereyê de hene" nûçeyek da.

Rojnameyê diyar kir ku koma Îxwan Muslimîn bi rêya dezgehên xwe yên çapemeniyê ku ji Tirkiyeyê weşanê dikin, careke din dest bi propagandaya li dijî Misirê kir, ruxmî ku Enqere hewl dide helwesteke redker li hember komê nîşan bide, nemaze ku beriya vê malperên wê girtin.

Rojnameyê di nûçeya xwe de diyar kir ku bi ji nû ve destpêkirina weşana kanalên koma Îxwanan ji Tirkiyeyê, guman li ser niyetên Tirkiyeyê çêkirin, nemaze ku vê dawiyê gelek kesên li ser wan kanalan derketine, li Misirê li dijî wan doz hene.

Li gorî rojnameyê ji vir diyar dibe ku têkiliyên di navbera her du welatan de wisa xuya dike ku di aliyê siyasî de bi pêş ketine, lê belê di rastiyê de tiştek wisa nîn e.

‘PÊŞNIYARA AMERÎKAYÊ; ALTERNATÎFA ÊRIŞA LI DIJÎ REFEHÊ’

Rojnameya El Erebî El Cedîd ku agahiyên xwe spartin çavkaniyan ji Misirê, behsa tevgerên Qahîreyê yên têkildarî Xezayê û detayên serdana wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken ji bo Qahîreyê kir û diyar kir ku çaverê ye Blinken pêncşemê bi rayedarên Misirê re nêrîna Amerîkayê têkildarî rewşa ewlehiyê ya li ser sînorên di navbera Sîna û Xezayê de û qaçaxçîtiya çekan a ji bo Hemasê nîqaş bike.

Rojnameyê da zanîn ku rêveberiya Amerîkayê hewl dide planeke ewlehiyê amade bike ku li ser sînor tedbîrên diyar bên girtin, ji bo ku "berxwedana li Xezayê" careke din di aliyê leşkerî de xwe asê neke.

Li gorî rojnameyê, Washington bi vê pêşniyarê dixwaze Îsraîlê îqna bike ku êrişî Refehê neke, nemaze ku nêzî milyonek û 300 hezar koçber li wê herêmê hene.

‘LÎBYAYÎ LI BENDA KONGREYÊ NE DA KU ALOZIYA SIYASÎ YA LI WELÊT ÇARESER BIBE’

Der barê kar û barên Lîbyayê de rojnameya El Beyan diyar kir ku piştî çend hefteyan, dê kongreya lihevhatinê ya nîştimanî 28`ê Nîsana bê li dar bikeve û dê aliyên siyasî û civakî yên aloziyê û nûnerên NY`yê û Yekitiya Afrîkayê tev lê bibin.

Li gorî rojnameyê, lîbyayî li benda kongreyê ne ji bo ku aloziya siyasî ya li welêt çareser bibe.

Rojnameyê cih da şîroveyên çavdêrên kar û barên Lîbyayê ku gelek alî hene ku bandorê li vê dosyayê dikin.

(şx)