Rojnameyên erebî: Geşedanên bilez li Sûriyeyê û ketina Humsê ji bo hikumeta Şamê bobelat in

Li Sûriyeyê geşedanên bilez çêbûn, wek vekişîna hêzên hikumetê ji çend bajar û bajarokan, ji ber ku Îran û Hizbullah xwe ji pişt hikumetê da alî. Ketina Humsê jî ji bo hêzên hikumeta Şamê bobelateke mezin bû.

Rojnameyên erebî: Geşedanên bilez li Sûriyeyê û ketina Humsê ji bo hikumeta Şamê bobelat in
7 kanûn, 2024   11:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro, behsa guherînên bilez ên li Sûriyeyê kir, her wiha bal kişand ser helwesta Îranê û girîngiya bajarê Humsê.

LI SÛRIYEYÊ GEŞEDANÊN BILEZ

Rojnameya El Şerq El Ewset diyar kir ku komên çekdar pêşveçûna xwe li başûr ji Hemayê ber bi Humsê ve didomînin, bi hêviya ku bigihêjin Şamê, cihê ku hêzên serokê hikumeta Şamê Beşar Esed lê asê mane. Li herêmên cuda yên Sûriyeyê pêşveçûnên bilez çêbûn, mîna vekişîna hêzên hikumetê, wekî ku li Dêrazorê qewimî û wekî çawa komên çekdar cihên stratejîk li başûr desteser kirin, mîna deriyê Nesîb ê bi Urdunê re.

HELWESTEKE SOSRET A ÎRAN Û HIZBULLAHÊ

Rojnameya El Ereb bal kişand ser helwesta Îranê û diyar ku Îranê surprîzeke stratejîk a mezin kir ku heta niha piştgiriyeke berbiçav neda rejîma Esed, di demekê de ku rejîm di rewşeke  çarenûsî de ye ku dê paşeroja rejîmê diyar bike. Di vê navberê de, Hizbulah ku ji aliyê erdnîgarî ve ya herî nêzîk e, hejmareke herî kêm a hêzên "çavdêrî" ji bo şerê li kêleka hêzên Sûriyeyê li dijî Heyet Tehrîr El şam şandin.

‘KETINA HUMSÊ JI BO HIKUMETA ŞAMÊ BOBELATEK E’

Rojnameya Independent behsa girîngiya kontrolkirina Humsê û bandora wê ya li ser hikumeta Şamê kir û destnîşan kir ku ew bajar devereke herî mezin e ku alîgirên hikumeta Şamê lê hene. Ya duyemîn, desteserkirina Humsê tê wateya girtina rêyên veguhastinê yên navendî yên li welat û dorpêçkirina Şamê. Ji ber ku Hums hemû rêyên navneteweyî ji Heleb, Hemayê, Selamiye, Laziqiyê û Tertûsê ber bi Şamê ve kontrol dike. Sêyem; Hums wek parêzgeha herî mezin e li Sûriyeyê ye û digihêje sînorên Îraqê û sînorê Lubnanê. Ev jî tê wateya windakirina rêyên îmdada leşkerî ji bo hevalbendên Şamê.

(k)