Ciwanên şoreşger ên Swîsreyî ji bo Rojava meşiyan

Bi pêşengiya rêxistinên ciwanên enternasyonalîst li paytext Bernê, meş hate lidarxistin. Di meşê de peyama “Berdêla wê çi dibe bila bibe, em ê Şoreşa Rojava biparêzin” hate dayîn.

Ciwanên şoreşger ên Swîsreyî ji bo Rojava meşiyan
7 kanûn, 2024   11:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li paytexta Swîsre Bernê bi pêşengiya rêxistinên ciwanên şoreşger meşek hate lidarxistin.

Kurdistanî û komên ciwanên şoreşger ên Tirkiye û Swîsreyê, li Bahnhofplatz a ku stasyona trenê lê ye, hatin ba hev û beriya meşê daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de îşaret bi êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rojava û Sûriyeyê hate kirin.

Hat destnîşankirin ku dewleta Tirk dixwaze li Rojava projeya şoreşê tune bike û Sûriyeyê bêistiqrar bike.

Di daxuyaiya li ser navê Şoreşgerê Enternasyonalîst Blok hatî kirin de, hate ragihandin ku wan Şoreşa Rojava bi hev re afirandine û ev tişt hate gotin, “Berdêla çi dibe bila bibe, em ê bi gelê Kurd re Şoreşa Rojava biparêzin.”

Berdevka Meclîsa Jinan a PYD’ê ya Swîsreyê Gulistan Sadon jî bal kişand ser rapora Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser sivîlan û banga domandina piştevaniya enternasyonalîst kir.

Piştî daxuyanî û axaftinan meş destpê kir. Li Parlamentoya Federal a Swîsreyê û navendên girîng ên bajêr, daxuyanî hatin dayîn û di serî de Swîsre bang li dewletên navneteweyî hate kirin ku bes piştgiriyê bidin dewleta Tirk û peymanên çek û ticaretê pê re bi dawî bikin.

Li navenda bajêr nêzî saetek û nîv çalakî dom kir. Bi berzkirina dirûşmeyan êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin protestokirin.

Li Qada Reithalle ji bo meşên ku wê sibe wê li bajarên Basel û Cenevreyê li dijî êrîşên dagirkeriyê bên lidarxistin, banga tevlîbûnê hate kirin. Piştî bangê çalakî bi dawî bû.