Rojnameyên erebî: Gefên li ser Başûrê Kurdistanê û derbeya nû ya li Îxwanan

Hişyariyên têkildarî metirsiyên li ser Başûrê Kurdistanê, nêzîkbûna El Sîsî û Erdogan û geşedanên li Ukraynayê rojevên îro yên rojnameyên erebî ne.

Rojnameyên erebî: Gefên li ser Başûrê Kurdistanê û derbeya nû ya li Îxwanan
20 sibat, 2024   10:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb bal kişand ser rewşa li Başûrê Kurdistanê. Hate gotin; siyasetmedarên Kurd hişyarî da ku taloqkirina dubare ya hilbijartinan dê xetereyên siyasî yên mezin li ser statuya destûrî ya herêma Başûrê Kurdistanê çêke, nemaze ku nakokî li ser qanûna hilbijartinan di navbera her du partiyên sereke (PDK û YNK) de hene.

Rojnameyê cih da nirxandinên siyasetmedarê Kurd Lahor Şêxcengî ku gotibû paşxistina hilbijartinên Başûrê Kurdistanê, tirsa hinek aliyên siyasî ya ji guhertinên di hilbijartinan de çêbin, nîşan dide.

‘ÎXWAN FATOREYA NÊZÎKBÛNA EL SÎSÎ Û ERDOGAN DIDIN’

Rojnameya Şerq El Ewsat cih da encamên serdana Erdogan a li Qahîreyê. Hate diyarkirin ku rêberê giştî yê Îxwan El Muslimîn ê Misirê Mehmûd Hisên dibe ku ji Tirkiyeyê were qewitandin. Hate diyarkirin ku "Enqere biryara betalkirina pasporta wî û ya hevjîna wî daye, ji ber ku ne li gorî şertên bidestxistina nasnameyê ne."

‘PIŞTÎ AVDIIVKAYÊ SENARYOYÊN HEYÎ YÊN DI ŞERÊ UKRAYNAYÊ DE’

Der barê Ukraynayê de, rojnameya Independent a erebî nûçeyek belav kir. Li gorî nûçeyê jidestdayîna bajarê Avdiivka, dê bidestxistina Donetskê ji bo Ukraynayê zehmet bike. Hate gotin "Windakirina Avdiivkayê nayê wateya windakirina şer, lê hilweşîna vî bajarî li ser dînamîkên jeopolîtîk ên şerê li Ukraynayê xwedî girîngiyeke sembolîk a mezin e, ji ber vê yekê dibe ku bandorên vî şerê ji herêma Donbasê dûrtir bin û çirûskên wê bigihêjin paytextên rojavayî."

(bb)