Li Îranê Girtiyek din yê Kurd hat darvekirin

Li girtîgeha navendî ya Erdebêl ya Îranê girtiyek din yê Kurd hat darvekirin.

Li Îranê Girtiyek din yê Kurd hat darvekirin
20 sibat, 2024   10:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor nûçeya Tora Mafê Mirov a Kurdistanê, duh girtiyek Kurd yê bi navê Îrec Pakî li girtîgeha navendî ya Erdebêl hat darvekirin.

Li gor agahiyên hatine parvekirin, Îrec Pakî (38) xelkê gundê Stunreş a girêdayî navçeya Selmas a ser bi parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê ye.

Li gor amaran ji serê salê ve li Îranê herî kêm 80 kes hatine darvekirin ku piraniya wan ji netewa Kurd û Belûc in.

Piştî destpêkirina şoreşa ‘Jin jiyan azadî’ ya sala 2022’yan, rejîma Îranê ji berê hîn zêdetir cezayê bidarvekirinê bicih tîne. Li gor gotina çalakvanên mafên mirovan rejîma Îranê bi vê rêyê dixwaze gel çavtirsandî bike daku kes li hemberî desthilata wê ranebe.

Di sala 2021’an de salek beriya şoreşa ‘jin jiyan azadî’ li Îranê 333 kes hatibûn darvekirin. Di sala 2022’yan de 582 kes û di sala 2023’yan de jî 740 kes hatin darvekirin.

 Li gor amarek ya Rêxistina Mafên Mirov a Îranê, ji sala 2010’an ve 7 hezar 709 kes li Îranê hatine darvekirin. Ji vê hejmarê 70 kes temenê wan di jêr 18 saliyê re bûn û 210 jin di nava 14 salan de hatine darvekirin.