Rojnameyên erebî: Êrişên li ser Hûsiyan û dan û standinên Hemas û Îsraîlê

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de cih da êrişên DYA-Brîtanyayê yên li dijî Hûsiyan, şerê Îsraîl û Hemasê û bandora vî şerî li hundirê Îsraîlê.

Rojnameyên erebî: Êrişên li ser Hûsiyan û dan û standinên Hemas û Îsraîlê
13 ÇILE, 2024   11:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Der barê êrşên DYA û Brîtanyayê yên li dijî Hûsiyan de, rojnameya El Ereb nûçeyek bi sernavê "Êrişên Amerîka-Brîtanyayê li şûna ku Hûsiyan dorpêç bike wan di qada herêmî de pêş dixe" weşand. 

Di nûçeyê de hate destnîşankirin li şûna ku derbeyên DYA û Brîtanyayê hêza Hûsiyan lawaz bike, lê xizmeta wan dike û wan di qada herêmî de wekî ku komeke girêdayî "eniya berxwedanê ne" derkevin pêş.

‘GELO NAVBEYNKARAN PÊŞNIYARA DERKETINA FERMANDARÊN HEMASÊ JI XEZAYÊ KIR?’

Têkildarî geşedanên li Xezayê rojnameya Independenet Arabia nûçeyek weşand. Rojname ku agahiyên xwe ji Desteya Weşanê ya Fermî ya Îsraîlê wergirtine, ragihand ku navbeynkaran pêşniyarek pêşkêşî fermandarên Til Avîvê kir. Hate destnîşankirin ku li gorî pêşniyarê; fermandarên Hemasê û hêzên Îsraîlê ji Xezayê derkevin û dîl beş bi beş werin berdan.

‘ARTÊŞ ENCAMÊN SÎNORDAEKIRÎ YÊN ŞERÊ XWE YÊ BI HEMASÊ RE QEBÛL DIKE’

Rojnameya Şerq El Ewsat jî cih da şerê li Xezayê. Di nûçeyê de şerê Îsraîl û Hemasê wek "Rûtîneke meydanî di navbera êrişên Îsraîlê û kuştiyên Filistînê de bêyî guhertin li ser erdê pêk werin" hat nirxandin.

Li gorî nûçeyê artêşa Îsraîlê li xwe mikur hat ku armancên dane pêşiya xwe, ne mentiqî ne û "encamên diyarker ên şer" qebûl dike. Her wiha hate gotin "bangên ku demildest hilbijartin werin pêkanîn, hene, ji ber ku pêwîstiya dewletê pê heye ku ji nû ve dest pê bike.”

(bb)