Li herêmên dagirkirî nan hate bihakirin

Dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî nan biha kir.

Li herêmên dagirkirî nan hate bihakirin
13 ÇILE, 2024   10:47
EYN ÎSA

Li gorî çavkaniyan dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî tûrikê nan bi rêjeya ji sedî 25 biha kiriye.

Tûrikê nan li herêmên dagirkirî wekî Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Ezaz, Bab, Cerablus û beşên bajarê Idlibê, beriya vê bihakirinê bi 2 hezar û 400 lîreyên sûriyeyê bû. Lê piştî biryarê bû 3 hezar û 500 lîre. Dewleta Tirk di çarçoveya siyasetên tirkkirinê de dan û standinê bi lîreyê Tirk li niştecihên herêmên dagirkirî ferz dike.

Li gel bûyerên kuştin, revandin, îşkencekirin, ferzkirina ziman û lîreyê Tirk, rewşeke jiyanî ya gelekî dijwar heye.

(şx)

ANHA