Rojnameyên erebî; êrişên li ser Hizbullahê û rewşa rojnamegeriyê li Başûr

Rojnameyên erebî diyar kir ku êrişên Îsraîlê yên li dijî Hizbullahê oprasyonên îstîxbaratî yên bibandor derbas kirine. Rojnameyan têkildarî rewşa rojnamgeriyê ya li Başûrê Kurdistanê jî diyar kir ku desthilata Başûrê çanda tirsê ava dike û muxalefeta aştiyane tengav dike.

Rojnameyên erebî; êrişên li ser Hizbullahê û rewşa rojnamegeriyê li Başûr
20 îlon 2024   11:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de cih da binpêkirinên ewlehiya Hizbullahê ya ji aliyê Îsraîlê ve û rewşa rojnamevanan a li Başûrê Kurdistanê.

’WATEYA TEQÎNA DUYEMÎN A JI HÊLA ÎSRAÎLÊ VE’

Rojnameya El Beyan a Îmaratê têkildarî êrişên sîber ên li dijî Hizbullahê diyar kir ku "Operasyonên ewlehiyê yên sîber ên bixwîn ên Îsraîlê yên li dijî Hizbullahê asta operasyonên îstîxbaratî yên bibandor ên dezgeha MOSSAD’ê ya Îsraîlê derbas kirine.

Ronameyê îşaret pê kir plana operasyonê berê hatibû kirin û armanca wê wiha şîrove kir: "Operasyona berê plana wê hatibû amadekirin, plankirin û pêkanîna wê xwedî armanceke stratejîk a zelal e. Armanc ew e ku heybeta Hizbullahê bihejîne, bêbaweriyê li hemberî wê çêke, her wiha wêneya wê li ber çavê girseya wê reş bike. Li aliyekî din jî armanc ew e ku mezinahiya MOSSAD’ê li nîşanî raya giştî ya Îsraîlê bide.”

Rojnameyê da zanîn ku Îsraîlê bi van êrişan xwestiye peyameke dijwar bide Hizbullahê û bibêje: "Me duh li we daye, roja duyemîn jî me li we da, em dikarin careke din (sibe) bi xurtî li we bidin."

REWŞA ROJNAMEGERIYÊ LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Rojnameya El Ereb a Londonê bal kişand ser rewşa rojnamegeriyê li Başûrê Kurdistanê. Li gorî rojnameyê di 20 salên dawîn de 5 rojnamevan li Iraqê hatine qetilkirin û li Hewlêrê ku paytexta herêmê ye, bûbû qada qetilkirina 12 rojnamevanan.

Rojnameyê îşaret pê kir ku desthilata Başûrê Kurdistanê xwe wek "Minareya azadiya rojnamegeriyê" bi nav dike û wiha domand: "Ev gotin îdia ne û cihê sixêfê ye. Zextên desthilatê yên li ser azadiya rojnamegeriyê, tengavkirina rojnamevanan, tirsandina wan xuya ne. Di serî de rojnamevanên ku li ser gendeliyê dinivîsin anku dan û standinên desthilatê bi dozên civakê re rexne dikin, tên tengavkirin û dadgehkirin. Zextên desthilatê yên li ser azadiya rojnamegeriyê çandeke tires, bi taybetî ji bo tengavkirina muxalefeta aştiyane, ava kiriye."

(bb)