Rojnameyên erebî êrişa li Tedmurê û dan û standinên agirbestê nirxandin

Rojnameyên erebî diyar kir ku êrişa Îsraîlê ya li ser Tedmurê destnîşan dike ku Til Avîvê armanca êrişên xwe yên li ser Sûriyeyê nû kiriye û plana nû ya Îranê aşkera bûye. Rojnameyan destnîşan kir ku encamên dan û standinên agirbestê yên li Xeza û Lubnanê jî di hevdîtina îro ya nûnerê DYAˈyê Amos Hochstein de zelal bibin.

Rojnameyên erebî êrişa li Tedmurê û dan û standinên agirbestê nirxandin
21 mijdar, 2024   10:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên îro de êrişa Îsraîlê ya li Tedmurê û dan û standin agirbestê yên li Xeza û Lubnanê nirxandin.

‘PEYAMA ÎSRAÎLÊ YA BI RÊYA ÊRIŞA LI SER TEDMURÊ: EM Ê LI TEVAHÎ ERDNÎGARIYA SÛRIYEYÊ LI PEY WE BIN’

Artêşa Îsraîlê duh êrişî Tedmûrê ya Sûriyeyê kiribû. Li gorî Wezareta Parastinê ya hikumeta Şamê di êrişê de 36 kes hatin kuştin û zêdetirî 50 kes birîndar bûn.

Rojnameya El Ereb a Londonê diyar kir ku êrişa Îsraîlê ya li ser Tedmûrê diyar kir ku Til Avîvê çarçoveya êrişên xwe yên li ser dijî komên girêdayî Îranê yên li Sûriyeyê berfireh kiriye û dixwaze peyamê bide Tehranê ku "em amade ne li tevahî erdîngariya Sûriyeyê bidin pey hêz û baskên wê."

Rojnameyê bi bîr xist ku pir kêm artêşa Îsraîlê orta Sûriyeyê an rojhilatê wê dike armanc û ev nirxandin hat kirin: "Diyar e ku Îsraîlê çarçoveya êrişên xwe nû kiriye. Li gorî çavdêran, dibe ku plana Îran û komên girêdayî wê aşkera bûye ku hêzên xwe ji nû ve li Sûriyeyê belav bikin da ku ji windahiyên zêdetir dûr bikeve."

Rojnameyê bi domdarî cih da daxuyaniya lîderê Hizbullahê Neîm Qasim ku bal kişadibû ser hêzên ku piştgiriyê didin "Heqiyê" (Iraq, Yemen û Îranê) lê navê Sûriyeyê bi bîr nexistibû. Hate destnîşankirin ku bîrnexistina navê Sûriyeyê dide nîşandan ku têkiliyên bi Şamê re di qonaxa her krîtîk de ne.

‘HOCHSTEIN LI ÎSRAÎLÊ YE’

Rojnameya El Nehar a Lubnanê behsa dan û standinên agirbestê yên nûnerê DYAˈyê Amerîka Amos Hochstein kir.

Rojnameyê diyar kir ku çarenûsa hevdîtinên Hochstein ên li gel rayedarên Lubnanê, di civîna îro ya Hochstein û serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu de dê were destnîşankirin.

Li gorî rojnameyê "Çavkaniyên agahdar, aşkera kir ku îradeyeke xurt û diyar li gel aliyê amerîkî heye ku bigihêje lihevkirineke agirbestê û şer bi dawî bibe."

Hate diyarkirin ku eger di hin xalên pêşnûmeyê de pêşketin hebin jî lê hîna "cihên nezelal" hene.

(bb)