Li Humisê 3 kes hatin kuştin

Li Humisê di êrişa komeke çekdar de 2 leşkerên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin. Di êrişeke din de jî şaredarê bajarê Kefernan hat kuştin.

Li Humisê 3 kes hatin kuştin
21 mijdar, 2024   10:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, li gundewarên bakurê Humisê 2 leşkerên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin. SOHR’ê diyar kir ku êriş li ser rêya Risten-Hema ji aliyê komeke çekdar ve hate kirin.

SOHRˈê da zanîn ku şaredarê bajarokê Kefernan ê li bakurê Humisê jî di encama teqîna mayînekê de jiyana xwe ji dest da. SOHR’ê diyar kir ku mayîn di otobusa veguhastina zarokên pêşdibistanê de hatibû bicihkirin û beriya ku zarok lê siwar bibin, erebe li pêşiya mala şaredar teqiya.

(bb)