Li Dihokê agir bi kampa Şarya ya Êzidî ket

Li Dihokê agir kampek penaberên Êzidî ket, konên penaberan şewitîn û ziyana madî çêbû.

Li Dihokê agir bi kampa Şarya ya Êzidî ket
26 nîsan 2024   10:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnews’ê duh derengiya şevê agir bi kampa Şarya a penaberên Êzidî ya li Dihokê ket. Piştî bûyerê agir ji aliyê tîmên agir kuj ve hate vemirandin û kontrolkirin.

Di encama şewatê de tiştek bi kesê nehat, lê çadirên penaberan şewitîn û ziyana madî çêbû.

Hêjayî gotinê ye kampa Şarya li bajarokê Sêmêlê ya girêdayî Dihokê ye û di sala 2014’an de piştî êrişa çeteyên DAIŞ’ê gelek Êzidiyên li Şengalê liwir bicih bibûn. Niha jî ji ber astengiya PDK, xelkê Êzidî yê di wargehan de nikare vegerin Şengalê.