Rojnameyên erebî: Dosyaya normalîzekirinê ya Şam û Enqereyê girtî ye 

Dosyaya normalîzekirinê ya di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de, hewldanên pêkanîna agirbestê li Xezayê, her wiha tevgera DYA’yê ya li perav û çolistana Afrîkayê rojevên îro yên rojnameyên erebî ne.

Rojnameyên erebî: Dosyaya normalîzekirinê ya Şam û Enqereyê girtî ye 
5 adar, 2024   10:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Dosyaya normalîzekirinê ya di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de yek ji manşetên rojnameya El Erebî El Cedîd e. Rojnameyê nûçeyek bi sernavê "Normalîzekirina di navbera Enqere û Şamê de hat astengkirin… ji bo temamkkirina wê eleqedarî nîn e" weşand. 

Hate gotin, xuya ye ku rêya  normalîzekirinê ya di navbera Enqere û Şamê de ji her du aliyan re ne vekirî ye û sedemên vê yekê spartin van xalan: "Astengiyên li pêşiya normalîzekirinê, gumanên heyî ku hikumeta Şamê û dewleta Tirk ji bo temamkirina vê normalîzkirinê ne cidî ne, her wiha alî vê dosyayê wek kaxezeke siyasî ji bo çareserkirina dosyayên siyasî yên navxweyî bi kar naynin.”

Di nûçeyê  de rola Îranê ya di dosyaya normalîzekirinê de jî hate nirxandin û wiha hat gotin: "Ketina Tehranê di dosyaya normalîzekirina têkiliyên Şam û Enqereyê de kelem li pêşiya normalîzekirinê danîn. Hikumeta Şamê bi zexta Îranê israr kir ku Tirkiye ji Sûriyeyê vekişe, ji ber ku Tehran hebûna Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê qebûl nake. Di dema heyî de jî li gel Moskovê tu kaxezên zextê nîn in ku Enqereyê pê neçar bike an jî zextê lê bike da ku normalîzekirinê pêk bîne.”

‘AGIRBESTA LI XEZAYÊ: GELO LIHEVKIRINEKE DAWÎN NÊZÎK BÛYE?’

Rojnameya Şerq El Ewsat cih da hewldanên pêkanîna girbestê di navbera Hemas û Îsraîlê de. Di nûçeyê de ku agahiyên wê ji çavkaniyên şopdarên dan û standinan hatine girtin, hate diyarkirin ku ji bo dan û standinê hîna jî di warê pejirandina lihevkirineke nêzîk de astengî hene. Li gorî heman çavkaniyan, her du aliyên şer (Îsraîl û Hemas) xwedî hesabên girêk û cur bi cur in. Hate diyarkirin ku dîlgirtiyên Îsraîlê yên li Xezayê astengiyeke sereke li pêşiya agirbestê ne.

‘WASHINGTON BI TAYÎNKIRINA JOSHUA HARRIS NÊZÎ DOZÊN PERAV Û ÇOLISTANÊ DIBE’

Rojnameya Ereb bal kişand ser liv û tevgera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya li Afrîkayê.

Di gotereke rojnameyê de pêşniyara DYA’yê ku dîplomat û pisporê kar û barên perav û çolistanê Joshua Harris bibe balyozê DYA’yê yê li Cezaîrê, wek "Niyeke DYA’yê ku bêtir nêzî herêmê bibe û bi awayekî rasterast bandore lê bike" hat nirxandin. Li gorî rojnameyê pêşniyara DYA’yê eleqeya wê ya mezin a bi geşedanên li herêma peravî û çolistanê nîşan dide, "nemaze ku lîstikvanên nû mîna Rûs û Tirk" ketine xeta şer.

(bb)