Di Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan de hestên jinên ciwan

Jinên ciwan bi raman û hunera xwe ya rengîn beşdarî Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan bûbûn.

Di Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan de hestên jinên ciwan
5 adar, 2024   10:21
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

9`emîn Mihrîcana Wêje û Hunera Jinan di rojên 1 û 2`yê Adarê de ji aliyê Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê ve û hevkariya Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li Qamişloyê hat lidarxistin.

Vê salê tevlêbûna jinên ciwan zêde bû. 21 Jinên ciwan bi 27 tabloyan beşdarî mîhrîcanê bûn.

Leyla Meryî (20) ji 8 saliya xwe ve dest bi wênesaziyê kiriye û cara yekemîn e tev li vê mîhrîcanê dibe.

Leyla Meryî bi 3 taybloyên xwe beşdarî mîhrîcanê bûbû. Her tabloyeke wê jankêşiya jinan a ji ber fikrên dijberî rastiya jinan, qirkirinên ku pêre rû bi rû dimînin, deng û rengê jinan îfade dike.

Hîlaz Omer (18) jî ji 10 saliya xwe ve şêwekariyê dike û tabloyên wê balê dikişînin ser jin û xwezayê.

Hîlaz ji me re diyar kir ku ew wênesaziyê wekî cîhaneke taybet ji xwe re dibîne. Hîlaz bi 2 taybloyan beşdarî mîhrîcanê bûbû û diyar kir ku wê xwest bi rêya vê hunerê êşa bêdengiya li hember zordaran derxe pêş.

Tolîn Içmo (19) jî ji zaroktiyê ve hezkirina xwe ya ji xêzkirinê li gel wê hebû, di 2018`an de xwe bêhtir fêr kir û ev 4 caran beşdarî mîhrîcanê dibe.

Tevahiya tabloyên ku Tolînê çêkirine girêdayî rewşa jinan e û her dem jî rengên zer û reş bi kar tîne.

ANHA