Rojnameyên erebî: Dan û standinên Hemas û El Fethê kêrhatî nîn in

Dan û standinên Hemas û El Fethê yên li Çînê, aloziya Iraqê û rêbazên mijûlbûna bi Hûsiyan re, rojeva sereke yên îro yên rojnameyên erebî ne.

Rojnameyên erebî: Dan û standinên Hemas û El Fethê kêrhatî nîn in
19 tîrmeh 2024   10:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Erebî El Cedîd têkildarî rojeva Filistînê nûçeyek bi sernavê "Gelo dan û standinên Hemas û El Fethê yên li Çînê kêrhatî ne?" weşand. 

Di nûçeyê de hate diyarkirin ku çaverê ye dan û standinên di navbera Hemas û El Fethê de ji nû ve dest pê bikin û komên Filistînê diyaloga lihevhatinê li paytexta Çînê Pekînê di 20-21`ê Tîrmehê de li dar bixin.

Di rojnameyê de daxuyaniya endamê komîteya rêveber a Rêxistina Rizgariyê ya Filistînê Ehmed Mecdelanî hatiye parvekirin ku dê 20`ê Tîrmehê civîneke dualî li dar bixin û dê 21`ê Tîrmehê komên filistînî diyaloga xwe ya ji bo lihevhatinê berdewam bikin.

Profesorê Li Yang der barê vê mijarê de ji rojnameyê re destnîşan kir ku Pekîn di pêşwazîkirina dan û standinan de bi israr e lê bi hewldanên nekêrhatî wesifand û got dê bi bin bikevin.

‘LI PÊŞIYA IRAQÊ GELEK SENARYO HENE’

Der barê kar û barên Iraqê de rojnameya El Ereb El Londoniye gotareke nivîskarê iraqî Ehmed Elî El Hedîsî parve kir. Nivîskar destnîşan kiriye ku li qada siyasî ya Iraqê guhertinên mezin rû dane û ev guhertin aloziyên ku rejîma siyasî ya li welêt bêtir zeîf kiriye, rave dikin. Nemaze piştî vekişîna Muqteda El Sadr.

Bi nêrîna nivîskar, welat rû bi rûyî zehmetiyên mezin e ku dê tevna civakî parçe bike û aloziyên di navbera komên siyasî de mezintir bike. Her wiha diyar kiriye ku rewşa siyasî ya aloz, nîşan dide ku rojên bê dijwar in.

Nivîskar 3 senaryo ji bo rojên bê danîne, ya yekê ew e ku aloziya di navbera komên çekdar û hêzên siyasî yên cuda de dê mezin bibe û dê tundî zêdetir bibe. Ev senaryo li gorî nivîskar dê li ser Iraqê trajedîk be ku tundiya di encamê de derkeve dê êşên gelê Iraqê zêdetir bike ku berê ji encamên şer û nakokiyên navxweyî, zehmetiyan dikişîne.

Bi nêrîna nivîskar di senaryoya duyemîn de, hin kom dê valahiya siyasî bi kar bînin ji bo ku desthilata xwe xurttir bikin û destkeftiyên siyasî li ser hesabê aramiya nîştimanî bi dest bixin û di encamê de dê parçebûneke taîfî li welêt çêbe û Iraqê vegerîne bahoza aloziyan.

Di senaryoya sêyemîn de, dibe hêzên navneteweyî destwerdanê li Iraqê zêde bikin û ev senaryo dê rewşa siyasî ya li welêt aloztir bike û çareseriyan girêktir bike.

‘PIŞTÎ 8 MEHAN ÇIMA AMERÎKAYÊ ÊRIŞÊN HÛSIYAN RANEWESTANDIN?’

Rojnameya Şerq El Ewsat di weşana xwe ya îro de cih da rewşa li Yemenê. Di nûçeyê de hate destnîşankirin ku piştî 8 mehan ji destpêkirina êrişên Hûsiyan ên li dijî keştiyan bi hinceta piştevaniya filistîniyan li Xezayê, lê belê destwerdana Amerîkayê bi ser neket û heta niha nekariya gefên koma girêdayî Îranê rawestîne.

Rojnameyê nirxandina lêkolîn û analîzvanê siyasî yê yemenî Ebdulsetar El Şemîrî parve kir ku gotiye li rex lêçûna ku Washington naxwaze bide ji bo ku wekîln Îranê li Yemenê tune bike, aloziya navîgasyonê li Deryaya Sor û Kendava Edenê ya berdewam bandor li aboriya Amerîka û Îsraîlê nake lê belê li asta dûr bandor li Çînê dike.

Lêkolîner û serokê Navenda Nirxandin û Lêkolînan a Pêşeroja Yemenê yê yemenî Fars El Bîl jî diyar kir ku Washington di vê mijarê de dudil e ji ber ku bi nêrîna wê dikare vê kaxizê di aloziya xwe ya li gel Îranê de bi kar bîne.

Li gorî El Bîl helwesta Amerîka ya ji aloziya Yemenê girêdayî hevsengiyên hevkêşeyên li herêmê ye û tu nêrîn li cem wê tune ye ji bo ku vê aloziyê çareser bike lê belê di heman demê piştgiriya aştiyê de. Lê bi nêrîna El Bîl ev piştgirî ne zelal e û heta niha nêrîneke diyar li cem rêveberiya Amerîkayê tune ye.

(şx)