Li dijî Til Evîvê êriş: 1 kuştî, 10 birîndar
Hate ragihand ku hûsiyan êriş Til Evîvê kiriye û di encamê de îsraliyek hatiye kuştin û 10 jî birîndar bûne.
Koma "Ensarullah Hûsî" daxuyaniyek weşand û ragihand ku bi balafireke bêmirov êriş Til Evîvê kiriye.
Di dauxyaniyê de hate diyarkirin ku "hêzên hewayî yên hêzên çekdar ên Yemenê bi balafireke bêmirov operasyoneke leşkerî bi navê "Yafa" li dar xistiye. Balafirê kariya pergala parastinê ya dijmin derbas bike û operasyon bi ser ketiye."
Desthilata Îsraîlê jî ragihand ku li konalekê li Til Evîvê teqîneke mezin rû daye û di encamê de kesek hatiye kuştin û 10 kesên din jî birîndar bûne.
Li gorî rojnameya Yedioth Ahronoth êriş saet di 3:15`an de li nêzî qonslosxaneya Amerîka ya li Til Evîvê rû daye. Berpirsekî Koşka Spî jî ragihand ku "agahiya wan ji bûyerê heye û rewşê dişopînin."
(şx)