Bi boneya salvegera Şoreşa 19ˊê Tîrmehî pîrozbahî

Xelkê bajarên Qamişlo, Til Hemîs û Amûdê bi boneya salvegera Şoreşa 19ˊê Tîrmehê şahî li dar xistin.

18 tîrmeh 2024   23:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya salvegera Şoreşa 19ˊê Tîrmehê li bajarên Qamişlo, Amûdê, Til Hemîs, Çilaxa û Holê yên kantona Cizîrê û li kantona Minbicê şahî hatin lidarxistin.

TIL HEMÎS

Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê ya kantona Cizîrê bi boneya salvegera Şoreşa 19ˊê Tîrmehê li hola navenda çandê bi beşdariya xelk û endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî û rûspiyên eşîrên Ereb şahiyek organîze kir.

Di şahiyê de endamê Rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê Xalid El Nayif salvegera Şoreşa 19ˊê Tîrmehê pîroz kir û got: " Şoreşa Rojava di şert û mercên ku rojane hedef tê girtin, derbas dibe lê belê gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî van êrişan li ber xwe dide û tevahî plan têk bir."

Li aliyekî din jî endama Rêveber a Kongra Star a Til Hemîsê Xaliye El Hisên li ser girîngiya parastina destkeftiyên Şoreşa 19ˊê Tîrmehê û pêkanîna destkeftiyên din axivî.

Yek ji Fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Omer Qamişlo axivî û got destkeftiyên Şoreşa 19ˊê Tîrmehê bi saya mîrasa têkoşîna tevgera nîştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê û Kurdistanê pêk hatin.

Her wiha endamê Rêveber ê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Til Hemîsê Hemadê El Hewiyan got destkeftiyên Şoreşa 19ˊê Tîrmehê bi saya fedakariyên şehîdan, fikrên Rêber Abdullah Ocalan pêk hatin û soza şopandina berxwedanê heta serkeftinê da.

Şahî bi stran û govendê bi dawî bû.

QAMIŞLO

Li bajarê Amûde jî navenda ciwanan şêniyan bi boneya Şoreşa 19`ê Tîrmehê şahî lidar xistin.

Di şahiyê de xelkê Amûdê û 4 bajarokên wê, endamên Rêxistinên Civaka Demokratîk beşdar bûn. Ciyê şahiyê bi wêneyên Rêber APO, al û sembolên şoreşê hatibû xemlandin.

Di şahiyê de endamê Rêveber ê Meclisa bajarê Amûdê Silêman Şêxî axivî û got: "Dîtina vê rojê di dilên me de hesret bû û em gihaştin vê rojê. Em ê heyanî dawiyê deskeftiyên bi fedakariya Şehîdan pêkhatî biparêzin."

Di şahiyê de koma Şehîd Agirî stran gotin, her wiha helbestên li ser şoreşê û şehîdan ji hêla Beşîr Mela Newaf û Kurdiyar Dirêî ve hatin xwendin. Hunermend Eyo Can jî stranên xwe gotin.

Her wiha li taxa Cûdî ya bajarê Qamişlo bi dehan şêniyên taxê Şoreşa Tîrmehê bi şahiyekê pîroz kirin. Şehî bi govendê bi dawî bû.

MINBIC

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Minbicê bi heman boneyê şahiyek li dar xist.

Di şahiyê de endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Minbicê, saziyên girêdayî wê, xet, meclisên sivîl, Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, Rêxistinên Civaka Demokratîk, partiyên siyasî, şêx û rûspiyên eşîran û bi sedan xelkê kantonê beşdar bûn.

Di şahiyê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Hesen El Hisên axivî û got: "Dema ez li ser Şoreşa 19ˊê Tîrmehê diaxivin, em gelek erkên diviyabû pêk bianiya û yên li ser milê me, bi taybet şerê gel ê şoreşgerî tînin bîra xwe. Di destpêka şoreşê de rêxistina gel û çawaniya xweparastinê erka me bû."

Dûre hevserokê Meclisa Gelan a Demokratîk Fatih El Meşhed li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Minbicê axivî û got: "Şoreşa 19ˊê Tîrmehê ji valahiyê nehat, lê di destpêka salên 1980ˊî de dema gel xwe bi xwe bi rêxistin kir, dest pê kir. Gel nasname û xaka xwe di mafên parastina rewa de parast, di serî de jinan pêşengiya şoreşê kir û çîrûska wê vêxist û ji tevahî cîhanê re aşkera kir ku ew bi hêz û têkoşer e û dikare parastina xaka xwe bike."

Piştre berdevka Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Ruweyde Hinêzil axivî û got: "Şoreşa Rojava a 19ˊê Tîrmehê ji bo jin ji baviksalariyê rizgar be derfeteke mezin bû, her wiha jinê rola xwe ya pêşeng di avakirina pergala nû ya civakê de lîst."

Paşê komên Navenda Çand û Hunerê ya kantona Minbicê stran gotin û dîlan gerandin.

ÇILAXA

Însiyatîfa Gel a bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê li Parka Jinê ya bajêr şahiyek li dar xist.

Di şahiyê de hevseroka Meclias bajarê Çilaxa Necodet Faris axivî û got: "Şoreşa 19ˊê Tîrmehê, şoreşa jinê, şoreşa dengê gelên azad, şoreşa yekitiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û dengê jina azad e ku gelek destkeftî pêk anîn û gavên mezin avêtin. Ev hemû bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û fedakariyên şehîdan in."

Li ser navê hêzên leşkerî li Çilaxa fermandar Ceger Mihemed axivî û got: "Me bi berxwedan û têkoşîna xwe gelê xwe parast û di oxira pêkanîna destkeftiyan de me bi hezaran şehîd da. Em ê li ser soza xwe ya me daye gelê xwe bin û xaka xwe ji tevahî êrişan biparêzin."

Dûre govend hat gerandin.

HOL

Li bajarokê Holê yê kantona Cizîrê bi boneya Şoreşa 19ˊê Tîrmehê şahiyek hat lidarxistin. Di şahiyê de bi dehan xelkê bajarok beşdar bûn.

Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

(fr)

ANHA