KCK: Helwesta herî rast a girêdana bi şehîdên Pirsûsê re parastina şoreşa Rojava ye

KCK’ê bi minasebeta salvegera Komkujiya Pirsûsê ya sala 2015’an daxuyand “Helwesta şoreşgerî ya herî rast a parastina Şoreşa Rojava ye ku şoreşa hevpar a gelan e. Teqez helwesta herî rast a girêdana bi şehîdên Pirsûsê re ev e.”

KCK: Helwesta herî rast a girêdana bi şehîdên Pirsûsê re parastina şoreşa Rojava ye
19 tîrmeh 2024   09:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê 33 ciwanên sosyalîst ên ku di êrişa çeteyên DAIŞ'ê ya 20'ê Tîrmeha 2015'an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hatin qetilkirin, bi daxuyaniyekê bi bîr anîn.

Di daxuyaniya KCK’ê de wiha hate gotin:

“Li dijî ciwanên sosyalîst ên Tirkiyeyî ku bi Şoreşa Rojava re di nava piştevaniyê de bûn û ji bo ji nû ve avakirina Kobanê hatin Pirsûsê, 20’ê Tîrmeha sala 2015’an êriş hat kirin û di êrişê de 33 endamên Tevgera Ciwanên Sosyalîst hatin qetilkirin. Em di 9’emîn salvegera komkujiyê de careke din vê êrişa bi nemerdî bi tundî şermzar dikin. Em 33 şehîdên binirx ên di êrişê de şehîd bûn bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Di şexsê wan de em hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û bejna xwe li ber bîranînên wan ya binirx ditewînin.

Têkoşîn û sekna hêzên demokratîk, sosyalîst û şoreşger a ji bo hevgirtina bi gelê Kurd û Şoreşa Rojava re, di pêşketina têkoşîna yekbûyî ya li dijî kedxwarî, paşverûtî û faşîzmê de roleke gelekî girîng lîstiye. Ev têkoşîna yekbûyî projeyên nîjatperest, paşverû û faşîst ên bi mebesta ku li Tirkiyê, Kurdistanê û Rojhilata Navîn serwer bibin, têk biriye. Şehîdên Pirsûsê sembola vê têkoşînê ne. Têkoşîna şehîdên Pirsûsê berdewama xeta ku li ser şopa Denîz Gezmîş, Mahîr Çayan, Îbrahîm Kaypakkaya, Hîkmet Kivilciman bi pêş ket. Şoreşgerê mezin Denîz Gezmîş ku li ser sêpeya sêdarê helwesta xwe ya piştevaniya bi Kurdan re anî ziman, diyar kir ku ev yek çiqas girîng e. Rêber Apo nirxeke mezin daye vê helwestê û bi vî rengî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bi pêş xist. Şoreşa Rojava şoreşa hevpar a yekbûyî ya gelan e ku ji vê xetê derketiye holê. Li ser vê bingehê, helwesta şoreşgerî ya herî rast a parastina Şoreşa Rojava ye ku şoreşa hevpar a gelan e. Teqez helwesta herî rast a girêdana bi şehîdên Pirsûsê re ev e.

Hewldan û têkoşîna gelê Bakurê Kurdistanê û tevgerên şoreşger ên sosyalîst ên li ser navê gelên Tirkiyeyê hat meşandin, di şikandina êrişên DAIŞ'ê û azadkirina Kobanê de diyarker bû. Ev têkoşîn û encamên vê têkoşînê di sîstema paşverû, faşîst û mêtinger de şikestinek pêk anî û planên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê têk bir. Azadkirina Kobanê ji bo têkçûna desthilatdariyê xwedî ciheke dîrokiye. Ji ber ku bi destê DAIŞ’ê dixwestin Kobanê têk bibin û piştre rejîmeke paşverû, nîjadperest û faşîst li tevahiya Rojhilata Navîn belav bikin, armanc ev bû. Armanca desthilatdariya AKP-MHP'ê bi taybetî bi Komkujiya Pirsûsê re, pêkanîna vê projeyê bû. Piştî vê dîrokê êriş û komkujiyên li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatin kirin, armanc ew bû ku vê projeyê ji nû ve pêk bînin. Êrişên desthilatdariya AKP-MHP'ê ku îro jî dewam dikin, di nava vê çarçoweyê de ne.

Têkoşîna yekbûyî ya gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê ku di xeta şehîdên Pirsûsê de bi pêş ket, bi teqezî faşîzma AKP-MHP'ê aniye ber hilweşînê. Desthilatdariya faşîst di nava xitimandin û têkçûnê de ye. Di pêvajoyeke rizîn û belavbûnê de ye. Lê belê bi planên nû û zêdekirina êrişên xwe yên qirkirinê re hewl dide ji vê rewşê derkeve û projeyên xwe yên faşîst, paşverû û mêtinger bi cih bîne. Êrişên berfireh ên dagirkeriyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê di nava vê çarçoveyê de ye. Her wiha polîtîkaya desteserkirina îradeyê jî di nav vê çarçoveyê de ye. Li Îmraliyê tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo di nav vê çarçoveyê de ye. Li aliyê din ji bo Sûriye û Rojava planên nû tên kirin. Bi vê armancê ye ku şefê faşîst Tayyîp Erdogan dixwaze bi dewleta Sûriyeyê re têkiliyê deyne. Ji bo ku ji hilweşînê xwe rizgar bike û projeyên xwe yên faşîst, nîjatperest û paşverû bi versiyonên nû bi cih bîne di nava hewldanê de ye. Li dijî van polîtîkayên ku desthilatdariya AKP-MHP'ê bi pêş dixe, xurtkirina têkoşîna yekbûyî helwesta şoreşgerî ya herî rast e. Hêzên şoreşger, demokrat, sosyalîst, azadîxwez divê bi vê berpirsyariya dîrokî tevbigerin û têkoşîna yekbûyî ya li dijî faşîzmê bêhtir xurt bikin. Li ser vî esasî em bang li her kesî dikin ku têkoşînê hê mezintir bikin.”