KNK’ê bi boneya salvegera 19’ê Tirmehê banga yekitiyê kir

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê bi wesîleya salvegera 12’emîn a Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê, bang li hemû Kurdistaniyan kir ku ji bo parastin û jiyandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî êrişên dagirkeriyê rabin.

KNK’ê bi boneya salvegera 19’ê Tirmehê banga yekitiyê kir
19 tîrmeh 2024   10:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya salvegera 12’emîn a Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê daxuyaniyek nivîskî da.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“19’ê Tîrmeha 2012’an, ji Kobanê dengê xweseriyê bilind bû, çiruska şoreşa Rojavayê Kurdistanê pêket û roj bi roj geş bû.

Rojavayê Kurdistanê ji mêj ve bû ku xwe ji xweseriyê re amade dikir. Ji Dêrikê, Qamişloyê, Amûdê, Serêkaniyê, Kobaniyê, Efrîn û pêkve cografyaya Rojavayê Kurdistanê ji her alî ve xwe amade dikir ku li qedera xwe xwedî derkevin û li ser axa xwe îdareyeke xwe ava bikin.

Di wan şert û mercên aloziya navxweyî ya Sûriyeyê de, Kurd û Kurdistaniyan hêza xwe kirine yek da ku xwe di zûtirîn dem de organîze û xurt kirin û ji Kobanê û pê ve li milê rojhilat heta Dêrikê, li milê rojava jî heta Efrînê, bajar, bajrûk, gund û mezra hilgirtine bin ewlehiya hêza navxweyî.

Ev 12 salin ku Kurd û Kurdistaniyan bi bedelên gelek giran prosesa xweseriyê domandin û çi bi modelê Kantonan be, çi bi rê û rêbaz, form û statuyên dî be xwe ragirtin û xweseriyeke demokratîk ava kirin.

Ji destpêkê ve dagirkerên Kurdistanê ji vê bûyera nû ya li Rojavaya Kurdistanê nerazî bûn. Bi taybetî Tirkiyeyê her di serî da berê tîrên xwe yên bi jehrî daye ser Rojavayê Kurdistanê. Kobanî bo xwe kirine hedefa yekemîn. Ji ber ku bizava xwedî derketina li welatê xwe ji wê derê destpê kiribû. Berê îslamîstên tundrew û DAIŞ’a hov dane ser Kobaniyê. Kobaniyê bi serekî bilind û serfiraz berevaniyeke efsanewî ya axa xwe kir.

Dewleta Tirk di têkoşîna ji bo parastina Kobanê de, derbeyeke mezin xwar. Vê carê Efrîn bo xwe kire hedef. Ji ber ku qada herî nêzîk a Deryaya Spî bû. Ewil bi armanca ablûkaya Efrînê dest bi dagirkirina Ezaz û Cerablusê kirin û ji navçeya xweser a Cizîrê dabirîn. Paşê jî tank û topên xwe zivirandine ser Efrînê û dagir kirin. Xelkê Efrînê bi darê zorê dane koçkirin. Îro demografiya Efrînê serûbin kirine û Tirk û Ereb bi cih kirine. Piştre berê xwe dane Serêkaniyê, Girê Spî û ew der jî dagir kirin. Gefa xwe ya li ser bi temamê rojavayê Kurdistanê jî didomînin. Li navçeyên di bin desthilat û ewlehiya îdareya xweser a rojavaya Kurdistanê de, bi dron û gelek teknolojiyên dî yên leşkerî û istixbarî komkujiyeke xedar dikin. Jiyana xelkê sivîl jî adeta kirine cehenem. Digel vê bêperwatiya dewleta Tirkiyeyê jî berxwedana xelkê rojavayê Kurdistanê bi xurtî dewam dike û hemû dînamîk û mekanîzmayên îdareya xweser ji bo ewlehiya xelkê herêmê têkoşîneke serbilind didin meşandin.

Rejîma Şamê bi vê lewaziya xwe jî, di warê pêkhatineke demokratîk a li tevayî Sûriyeyê de hemû daxwaz û teklîfên maqûl û demokratîk ên rêveberiya rojavayê Kurdistanê paşguh dike û bi vê pozîsyona xwe rê li ber êrişên dagirkerî yên dewleta Tirkiyeyê xweş dike. Niha jî hewlek navçeyî û navneteweyî heye ku dewleta Tirk û dewleta Suriyê bînin gel hev û li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û deskeftiyên gelê me, tifaqekî navbera herdû dewletan de çêkin.

Digel van komple arêşê û aloziyan jî li rojavayê Kurdistanê xelkên navçeyê bi giştî û bi hev re di xeta parastina welêt de berxwedana xwe didomînin. Di vê têkoşîna şoreşgerî ya li rojavaya Kurdistanê de, bi taybetî rola jinan di asta pêşengiyê de ye…

Em weke KNK, di 12 saliya avabûna xweseriya demokratîk a Rojavaya Kurdistanê de xelkên Kurdistanê û hemû rêvebiriya polîtîk, îdarî, asayişî û leşkerî pîroz dikin.

KNK daxwazê ji hemû Kurd û Kurdistaniyan dike ku ji bo parastin û jiyandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, axa welêt û hemû welatiyan, di dereceya herî bilind da piştevaniyeke xurt û mezin bikin û li hemberî hemû êriş û bizavên dagirkeriyê, bi xelkên rojavayê Kurdistanê re bin.

Şoreşa neteweyî û niştimanî ya demokratîk ya Rojavayê Kurdistanê serkeftî û serfiraz be!

Bijî berxwedan û serkeftina şoreşa Rojava!”