Rojnameyên erebî cih da rewşa Durziyan û şerê li Xezayê

Rojnameyên erebî li ser lawaziya rewşa civaka Durzî ya li Siwêdayê nivîsî. Her wiha çavdêran hikumeta veguhêz a Şamê ji ber polîtîkayên wê yên cudakar, rexne kir.

Rojnameyên erebî cih da rewşa Durziyan û şerê li Xezayê
16 tîrmeh, 2025   11:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro der barê rewşa civaka Durzî nivîsî û ji ber polîtîkayên wê yên li hember pêkhateyan, rexne li hikumeta veguhêz a Şamê kir.

‘DURZÎ DI NAVA NAKOKIYÊN ROJHILATA NAVÎN DE: YEKITIYA OLÎ Û LAWAZIYA SIYASÎ’

Rojnameya El Ereb a Londonê, li ser rewşa civaka Durzî ya li Rojhilata Navîn nivîsî. Rojnameyê bal kişan ser Siwêdayê “wek mînakeke hevgirtina olî û lawaziya siyasî”. Di rapora rojnameyê de hat destnîşankirin ka çawa ev mezheba "ku ji rê û resmên veşartî derketiye holê, bi sedan salan kariye hevgirtina xwe ya navxweyî biparêze, lê îro ji ber nakokiyên herêmî yên tevlihev û destwerdanên derveyî yên hêzên mezin ên wekî Îsraîlê de bi pirsgirêkên girîng re rû bi rû ye.”

Rojnameyê her wiha bal kişand ser parçebûna navxweyî ya di nav civaka Durzî de ku hin ji wan bê alî ne û hin jî tev lê dibin û bandora zêdebûna koçberiyê û parçebûnê û nifşên nû li ser yekitiya vê mezhebê. Civak niha ketiye xaçerêyekê; yan dê rola xwe ya kevneşopî pêk bîne, yan dê xwe biparêze û tev li hawîrdora siyasî bibe.

‘SÛRIYE Û XETEREYA LÎSTINA BI AGIR’

Rojnameya El Quds El Erebî rewşa ewlehî û siyasî ya li Siwêdayê rexne kir û behsa pevçûnên dawîn kir ku wek encameke rasterast a "kaosa giştî" ya piştî hilweşîna rejîma Esed e.

Rojnameyê "hikumeta nû ya Şamê" bi awayekî tawanbar kir û nivîsand ku ev hikumet "di têkiliya li komên çekdar de cudakariyê dike, ji kêmneteweyan dixwaze ku çekên xwe berdin, di heman demê de destûrê dide komên Erebên sunnî ku xwe bi çek bikin". Her wiha daxwazên ewlehiyê, nemaze yên têkildarî ewlekirina rêya girîng a di navbera Şam û Siwêdayê de paşguh dike. Her wiha rojnameyê bal kişand ser bikaranîna pevçûnên dawîn ji bo ketina Siwêdayê, mîna ku ew dever dagirkirî ye.

Rojnameyê her wiha bi tundî rexne li Heyet Tehrîr El Şam kir û diyar kir ku wê nekarî valahiya piştî hilweşîna rejîmê derketiye, dagire û ew li şûna li ser bingehên hevkarî, neteweyî û demokrasiyê xwe rewa bike, xwe spart desthilatdariyê. Lewma ew nebû çareserî lê bû sedema tevliheviyê.

‘ŞERÊ ÎSRAÎLÊ YÊ ASÊ’

Rojnameya El Xalîc li ser şerê Îsraîlê yê li ser Xezayê ku zêdetirî 21 mehan dom kiriye, nivîsek weşand û destnîşan kir ku Îsraîlê nikariye serkeftineke tekûz bi dest bixe, tevî polîtîkayên xwe yên qirkirin, wêrankirin û birçîkirinê yên li dijî filistîniyan.

Rojnameyê her wiha behsa israra serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ya li ser şer kir û da zanîn ku ew ditirse li pêşberî hevalbendê xwe têkçûyî xuya bike.

Di vê navberê de Amerîka rola xwe ya dualî pêk tîne, hem piştgirê Îsraîlê ye û hem jî navbeynkar e.

(k)