Hevdîtinên Şandeya Îmraliyê dest pê kir

Hevdîtina endamên Şandeya Îmraliyê Pervîn Bûldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol ya bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnçe re dest pê kir. Şande paşê bi Partiyen siyasîra jî hevdîtinê bike.

Hevdîtinên Şandeya Îmraliyê dest pê kir
16 tîrmeh, 2025   11:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan Pervîn Bûldan, Mithat Sancar û Faîk Ozgur Erol, îro dê hin hevdîtinan bikin. 

Şande bi Wezareta Dadê ya Tirkiyê  Yilmaz Tûnç re Hevdîtin saet di 11.00'an de dest pê kir. Tê payin ku di hevdîtinê de li ser rewşa girtiyên nexweş, biryarên DMME'yê û temînatên qanûnî yên piştî merasîma îmhakirina çekan ji aliyê PKK'ê ve. 

Şande paşê dê saet di 12.00'an de li Navenda Giştî ya Partiya Gelecekê bi Hevserokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davûtoglû re û paşê jî dê saet di 14.00'an de li Odeya Komê ya Meclisê hevdîtinê bi Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî re hevdîtinê bike.