Rojnameyên erebî cih dan dan û standinên agirbesta li Xezayê û rewşa Sûdanê

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de diyalogên di navbera Hemas û Îsraîlê de û êrişeke muhtemel a Hêzên Piştevaniya Lezgîn a li dijî bajarê Faşerê nirxandin.

Rojnameyên erebî cih dan dan û standinên agirbesta li Xezayê û rewşa Sûdanê
27 nîsan, 2024   10:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb bal kişand ser diyalogên di navbera Hemas û Îsraîlê de. Hate gotin rayedarên Îsraîlê duh (în) hempîşeyên xwe yên li Misirê agahdar kirine ku Tel Avîv amade ye "derfeta dawîn" bide dan û standinên ku ji nû ve dest pê kirin da ku der barê serbestberdana rehîneyan de bigihêje lihevkirinekê bi Hemasê re. Hate diyarkirin ku Îsraîlê gef xwar ku eger di dan û standinan de pêşketin çênebin, dê êrişî bajarê Refehê bike.

Di nûçeyê de hate diyarkirin ku Hemasê sibeha îro ragihand ku dê bersiva Îsraîlê ya ji bo pêşniyara agirbesta muhtemel li Xezayê û serbestberdana rehîneyên li Xezayê lêkolîn bike. Di nûçeyê de îşaret bi vê yekê hat kirin ku şandeyeke ji Misirê duh gihaşt Tel Avîvê da ku mijara serbestberdana rehîneyên Îsraîl û Filistînê û agirbesta ji bo salekê nîqaş bike û hate gotin: “Qahîre bi fikar e ku operasyona li Refehê bibe sedem ku bi deh hezaran filistînî derbasî Misirê bibin û ewlehiya wê bixe xetereyê.”

‘METIRSÎ HENE KU HÊZÊN PIŞTEVANIYA LEZGÎN ÊRIŞÎ FAŞERÊ BIKE’

Rojnameya Şerq El Ewsat der barê rewşa Sûdanê de nûçeyek weşand. Hate gotin çavê civakata navneteweyî li bajarê Faşer e ku paytexta eyaleta Bakurê Darforê ye. Hate diyarkirin ku ev bajar li pêşberî teqînekê ye û hate destnîşankirin ku agahî hene ku Hêzên Piştevaniya Lezgîn ji çend mehan ve bajar dorpêç kirine û bi hezaran leşkerên amade kirine da ku êrişî wê bikin. Di dewama nivîsê de hat bibîrxistin ku Faşerê bi hezaran koçberên ji ber şer reviyane hembêz dike, her êrişeke li dijî wê dê bibe sedema karaseteke mirovî. Hate gotin: "Faşer navenda alîkariyên mirov ji bo Darforê ye. Hejmareke mezin a koçberan lê hene û heta radeyekê dûrî şer e.”

(bb)