Konferansa Ekolojiyê di roja duyemîn de ye

Di Konferansa Ekolojiyê ya Yekemîn de mijara sêyemîn a bi sernavê "Li Kurdistanê têkiliyên di navbera qirkirina komî û qirkirina ekolojîk de" tê nîqaşkirin.

Konferansa Ekolojiyê di roja duyemîn de ye
Konferansa Ekolojiyê di roja duyemîn de ye
Konferansa Ekolojiyê di roja duyemîn de ye
Konferansa Ekolojiyê di roja duyemîn de ye
Konferansa Ekolojiyê di roja duyemîn de ye
Konferansa Ekolojiyê di roja duyemîn de ye
Konferansa Ekolojiyê di roja duyemîn de ye
Konferansa Ekolojiyê di roja duyemîn de ye
Konferansa Ekolojiyê di roja duyemîn de ye
27 nîsan, 2024   11:17
QAMIŞLO

Konferansa Ekolojiyê ya Yekemîn duh bi beşdariya 120 kesî, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, partiyên siyasî, rêxistinên civakî û sivîl li avahiya Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişloyê dest pê kiribû.

Konferansa bi dirûşma "Bi paradîgmaya ekolojîk a Rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad bikin û doza Kurd çareser bikin" ji aliyê Desteya Jîngehê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatiye organîzekirin, di roja xwe ya duyemîn de dewam dike.

Rûniştina roja duyemîn a konferansê ji du mijar; li Kurdistanê têkiliyên di navbera qirkirina komî û qirkirina ekolojîk de û tevkariya di navbera rêxistin û tevgerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de pêk tê.

Di roja yekemîn de mijarên "Di modernîteya demokratîk de ekolojiya û "Meşandina têkoşîna ekolojîk li kêleka têkoşîna li dijî mêtingerî û kapîtalîzmê" hatibûn nîqaşkirin.

 (bb)

ANHA