Rojnameyên erebî: Çeteyên sûriyeyî berjewendiyên Tirkiye li Afrîkayê dabîn dikin

Rojnameyên erebî vê sibe der barê şandina çeteyên Sûriyeyê ji NÎjerê re û rewşa deriyê Refehê yê di navbera Filistîn û Misirê de nûçe weşandin.

Rojnameyên erebî: Çeteyên sûriyeyî berjewendiyên Tirkiye li Afrîkayê dabîn dikin
17 gulan, 2024   11:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Erebe El Londoniye di nûçeya xwe de ku bi sernavê "komên sûriyeyî ji Tirkiyeyê re depo ne ji bo ku berjewendiyên wê li Afrîka û Kafkasyayê peyda bikin" weşand. 

Rojnameyê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker piştî Lîbya û Azerbeycanê niha bi sedan çeteyên sûriyeyî dişîne NÎjerê.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku hezar çeteyên sûriyeyî yên alîgirên Enqereyê, bi rêya Tirkiyeyê derbasî Nîjerê bûne û Tirkiya dixwaze bi rêya wan berjewendiyên xwe li vî welatî biparêze, di nav de kan heye.

Li gorî analîzvanan, Enqere ev demeke bi desthilata leşkerî ya Nîjerê re di nava têkiliyên xurt de ye ji ber ku berjewendiyên wê li wir gelek in û beriya çend salan, çeteyên sûriyeyî şandibûn wir.

Rojnameyê di nûçeya xwe de diyar kir ku bi rêya efserên ji şîrketa Sadat a ewlehiyê peyman bi çeteyan re tê îmzekirin. Li gorî rojnameyê, ev şîrket tirkî ye û ya şêwiriyên parastinê ye û wek çekê veşartî yê Enqere di şerên wê li bakurê Afrîkayê û Rojhilata Navîn de, tê dîtin.

Rojnameyê ku cih da nirxandina hin çavdêran ku hemwextî şandina çeteyan, yek jê Tirkiyeyê gelek dewlet xwe nêzî pergalên leşkerî yên li herêma berava Afrîkayê dikin. Di nav de Nîjer heye.

Tirkiye rewşa jiyanî li herêmên dagirkirî bi kar t'ne, ciwanan li wan herêman dixapîne û dike çete û wan dişîne cihê dixwaze ji bo ku şer bikin û berjewendiyên wê pêk bînin.

MISIR QEBÛL NEKIR DERIYÊ REFEHÊ BÊ VEKIRIN MADEM ÎSRAÎLÊ EW DAGIR KIRIYE

Rojnameya El Erebî El Cedîd ku agahiyên xwe ji çavkaniyên misirî yên agahdar wergirtine, aşkera kir ku şandeyekî îsraîlî bi serokatiya Xesa Eliyan serdana Qahîreyê kiriye ji bo ku rayedarên misirî îqna bike da ku deriyê Refehê veke.

Rojnameyê cih da daxuyaniya çavkaniyeke din ê ji Misirê û destnîşan kir ku rayedarên msirî, bi aweyekî qetî vekirina deriyê Refehê red kir û aliyê Îsraîlê agahdar kir ku divê Til Evîv deriyên di bin kontrola wê de veke, heke mebesta wê derbaskirina alîkariyên mirovî ji Xezayê re be û gotin hikumeta Îsraîlê berpirsa karesata mirovî ye.

(şx)