Rojnameyên erebî: Binavkirina Hûsiyan wek komeke terorîst ne girîng e

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe ya îro de cih da sinifandina Hûsiyan wek rêxistineke terorîst, helwesta Iraqê ya li hember êrişên Îranê yên li dijî Hewlêrê û nakokiya li Lubnanê.

Rojnameyên erebî: Binavkirina Hûsiyan wek komeke terorîst ne girîng e
18 ÇILE 2024   09:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb têkildarî sinifandina Hûsiyan wek komeke terorîst nûçeyek bi sernavê “Heyirîna Amerîkayê Hûsî kirin serhildêrên li dijî Îsraîlê” weşand.

Rojnameyê diyar kir ku ev sinifandin, xizmeteke mezin ji Hûsiyan re pêşkêş kir. Her wiha xuya kir ku dijminatiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji wan re, encama helwesta Hûsiyan a piştgiriya Hemasê di şerê wê yê li gel Îsraîlê de ye, ne ji ber ku ewlehiya Kendavê û navîgasyona navneteweyî ya li Deryaya Sor dixin xetereyê, yan jî ji ber ku li dijî desthilata rewa ya li Yemenê derketine.

‘IRAQ: HELWESTEKE HEVGIRTÎ LI HEMBER ÎRANÊ Û BIDAWÎKIRINA LIHEVKIRINA EWLEHIYÊ’

Têkildarî kar û barên Iraqê rojnameya Şerq El Ewsat nûçeyek parve kir. Di nûçeyê de diyar kir ku ruxmî ku Îranê di çend salên dawîn de zêdetirî 100 êriş li dijî herêma Başûrê Kurdistanê kirine, lê belê êrişa dawîn a bi moşekên balîstîk ku Pasdarên Îranê li dijî Hewlêrê pêk aniye, hişt ku hikumeta Iraqê helwesteke hevgirtinê li hember binpêkirinên Îranê nîşan bide ku çîroka Îranê ya ku ji sêşemê ve dibêje, derewand.

Li gorî rojnameyê, wezîrê parastinê yê Iraqê Sabit El Ebasî daxuyand ku îhtîmal heye welatê wî lihevkirina ewlehiyê ya bi Tehranê re têkildarî partiyên dijberî Îranê ku li Başûrê Kurdistanê ne, betal bike.

‘ÎHTÎMALA RÛDANA ŞER LI LUBNANÊ ZÊDETIR DIBE’

Rojnameya El Exbar jî cih da rewşa dawîn a li Lubnanê ku Hizbullah ji başûrê Lubnanê êrişî bakurê Filistînê yê dagirkirî dike û Îsraîl jî li hember van êrişan gefan li Lubnanê dixwe ku şer dest pê bike.

Rojnameyê bi bîr xist ku serfermandarê artêşa Îsraîlê Herzî Halevî daxuyand ku îhtîmaleke mezin heye ku şer li dijî Lubnanê di mehên bê de dest pê bike.

Li gorî rojnameyê Halevî di hevdîtinekê de gotiye: "Ji şerê li dijî Lubnanê em haziriyên xwe dikin. Me gelek ders ji şerê li Xezayê derxistin, em dikarin wan tecrubeyan di şerê li Lubnanê de bi kar bînin."

(şx)