Ji Rojnamevan Silêman Ehmed, 86 rojin agahî nayê girtin

Rojnamevan Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 85 rojin agahî nayê girtin. PDK rê nade ne parêzer ne jî malbat kesek hevdîtinê li gel bike.

Ji Rojnamevan Silêman Ehmed, 86 rojin agahî nayê girtin
18 ÇILE 2024   09:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Silêman Ehmed ku roja 1’ê Cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê, 25’ê Cotmehê dema xwest di deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 85 rojin agahî jê nayê girtin.

Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê bi daxuyaniyek berovajîkirin û nerast de got qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniye’ û bi eşkere gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman kirin.

Her ku diçe bertek û helwestên dijî revandina Silêman Ehmed zêde dibin, Lê hîna ji bilî daxuyaniyeke  ji aliyê hikûmeta Herêmê ve di derbarê rewşa Rojnamevan Silêman Ehmed de nehatiye ragihandin.

Yek ji parêzerên Silêman Ehmed, Nerîman Ehmed di daxuyaniyek ji bo Rojnews de gotibû: “Ji dema revandina Silêman Ehmed ve, me hewl da ku em wî bibînin û dosyeya wî bixwînin, me serdana Asayîşa Giştî ya Duhokê kir. Di destpêkê de bi hinceta ku ne li wê derê ye, em asteng kirin.

Dadwerê asayîşê razî bû û biryar da ku em wî bibînin û piştî ku biryar gihandin Asayîşa Giştî, rê nedan ku em wî careke din bibînin.”