Rojnameyên erebî bal kişand ser têkiliyên Sûriye-Lubnanê û agirbesta li Xezayê

Têkiliyên Sûriye û Lubnanê, peymana agirbestê ya li Xezayê û bandorên wê yên rasterast ên li ser têkiliyên Îsraîl-Misirê rojevên îro yên rojnameyên erebî ne.

Rojnameyên erebî bal kişand ser têkiliyên Sûriye-Lubnanê û agirbesta li Xezayê
11 cotmeh, 2025   11:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Xelîc cih da serdana wezîrê karên derve yê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Esed El Şeybanî ya li Beyrûtê ku duh (10 Cotmeh) pêk anîbû. 

Li gorî rojnameyê, serokê Lubnanê Jozef Ewn di hevdîtina li gel Şeybanê de diyar kir welatê wî dixwaza têkiliyên her du welatan li ser esasê rêzdariya li hemberî hev û destnewerdana di kar û barên hundirîn de xurt bibe. Hate gotin: "Ewn bal kişandiye ser aktîfkirina tevkariya di warên siyasî, aborî û ewlehî de ku ewlehiya her du welatan mîsoger bike. Her wiha anî ziman ku xurtkirina têkiliyan û pêşxistina wan divê bi rêya avakirina komîteyên hevbeş çêbe ku dosyayên asêmayî, bi taybetî peymanên di navbera her du welatan de ku pêdiviya wan bi jinûve nirxandinê heye, binirxînin."

Rojnameyê destnîşan kir: "Ewn bal kişand ser biryara Sûriye ya rawestandina xebatê li Konseya Bilind a Lubnan-Sûriye û got ku di vê çarçoveyê de, ew li benda destnîşankirina balyozê nû yê Sûriyê li Lubnanê ne. Ewn got, rewşa li ser sînorê Lubnan-Sûriyeyê ji berê baştir bûye."

Rojnameyê da zanîn ku wezîrê karên derve yê Lubnanê Yûsif Recî jî diyar kir ku her du aliyan li ser avakirina komîteyên hevbeş li hev kiriye da ku dosyayên asêmayî çareser bikin.

TÊKILIYÊN MISIR-ÎSRAÎLÊ

Rojnameya El Ereb jî bal kişand ser têkiliyên Misir û Îsraîlê yên piştî peymana Xezayê. Rojnameyê diyar kir ku Qahîre bi fikar e, nemaze sozên Netanyahu ku gotibû dê li her deverê Hemasê têk bibe. Hate gotin: “Vê hişyariyê metirsiyên Qahîreyê çêkirin. Ji ber ku îhtîmal heye ku dibe Îsraîlê li hundirê Misirê li Hemasê bide. Nemaze ku Qahîre, li gel Qeter û DYA’yê wekî navbeynkarên dan û standinên Îsraîl û Hemasê, pêşwaziya rayedarên payebilind ên tevegera filistînî ya îslamî dike.”

Rojnameyê bi bîr xist ku Qahîreyê bi heman şêwazê bersiva gefên Netanyahu da û hate gotin, Serokatiya Msirê bi daxuyaniyekê hişyar da ku eger rayedarên Hemasê yên li Misrê werin hedefkirin dê "encamên wê wêranker" bin. Li gorî rojnameyê, rayedarekî payebilind ên Misirê jî got, êrişeke bi vî rengî dê mîna ragihandina şer be û dê bi xurtî bersiva wê bê dayîn. Her wiha her hewldaneke Îsraîlê ya koçberkirina filistîniyan ber bi bakurê Sînayê ve  wekî "Dawîanîna li peymana aştiyê" bi nav kir.”

TÊKILIYÊN MISIR-DYA’YÊ

Rojnameya Şerq El Ewsat jî cih da têkiliyên Misr û DYA’yê. Rojnameyê diyar kir ku hewldanên agirbestê li Xezayê bûn sedema bihêzkirina asta têkiliyên DYA û Misirê.

Rojnameyê bi bîr xist ku bi boneya agirbestê, serokkomarê Misirê Ebdulfetah El Sîsî roja pênçşemê bi rêya telefonê bi serokê DYA’yê Donald Trump re axivî û ew pîroz kir. Hate gotin El Sîsî, Trump vexwend şahiya peymana agirbestê ya li Xezayê ku dê li Misirê were lidarxistin û Trump jî bi kêfxweşî pêşwaziya vexwendinê kir.

Rojnameyê bi bîr xist ku Misirê pêşnumeya serokê DYA’yê ya 25’ê Çileya îsal ya "Koçberkirina xelkê Xezayê ber bi Misir û Urdunê ve" red kiribû û wiha domand "Li gorî çavdêran, Peymana agirbestê ya Xezayê dê bi awayekî mezin bandorê li têkiliyên Misir û DYA’yê bike, nemaze dê doza koçberkirina li ser maseyê rabike. Çavdêr dibêjin her du welat derbasî pêvajoyeke nû bûne ku rihetiya dîplomasî serwer e."

Li gorî rojnameyê; "Hin çavdêrên din dibêjin, nakokiyên Misr-DYA’ê bi pêvajoya nû ya agirbestê ya Xezayê winda bûne, lê dibe ku di pêvajoyên zehmetir de, bi taybetî mijara bêçkkirina Hemasê û siberoja rêvebirina Xezayê û mekanîzmaya hebûna hêzên navneteweyî careke din vegerin."

(bb)