Rojnameyên erebî bal kişand ser hişyariya Misirê ya ji desthilata Şamê re û helwesta Trump a li hember Ewropayê

Têkiliya Qahîreyê ya bi desthilatdarên Şamê re heta niha cihê fikaran e, bi taybetî ji ber têkiliya Şamê ya bi Îxwan El Muslimîn re. Li aliyekî din çavdêr di wê baweriyê de ne ku di serdema Trump de cîhan dê veguhere qada pevçûnan.

Rojnameyên erebî bal kişand ser hişyariya Misirê ya ji desthilata Şamê re û helwesta Trump a li hember Ewropayê
12 sibat, 2025   10:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên vê îro li ser helwesta Misirê ya li hemberî desthilata Şamê, helwestên Trump ên der barê Ewropayê û rewşa Xezeyê de nivîsîn.

‘MISIR DER BARÊ HIKUMETA NÛ YA SÛRIYEYÊ DE BI HIŞYARÎ TEV DIGERE’

Rojnameya El Ereb ya Londonê nivîsî: "Misir ji pêşveçûna bilez a Heyet Tehrîr El Şam di destpêka Kanûna 2024’an de matmayî ma û heta 3 rojan berî ku Beşar El Esed ji Sûriyeyê reviya Rûsyayê jî, piştgiriya xwe ji bo Beşar Esed ragihandibû.”

Rojnameyê diyar kir ku Qahîre dibe ku dilgiran be, ji ber ku "hinek sûriyeyiyên ku niha derbasî Misirê dibin, dibe ku ajanên Heyet Tehrîr El Şam an Îxwan El Muslimîn bin ku bi navê penaberiyê hatine veşartin, bi armanca gurkirina opozîsyonê yan jî şoreşê li welat.”

HELWESTÊN TRUMP ÊN LI HEMBER EWROPAYÊ

Rojnameya El Xelîcê besha helwestên Trump ên têkildarî Ewropayê kir û got: "Eger Trump dixwaze 3 rayedarên payebilind ên rêveberiya xwe bişîne Ewropayê ku cîgirê wî Jay D. Vance jî di nav de ye, wê demê ew herin serokên Ewropayê agahdar bikin ka Trump dixwaze çi bike, ne ku çareseriyên ku Ewropa qebûl bike gotûbêj bikin.”

Rojnameyê her wiha nivîsî: "Aşkera ye ku Trump bi biryarên xwe, hevalbend û dijberên xwe hemû aciz kirin. Di serdema desthilata wî de cîhan dê bibe qada pevçûnan û ew ê nebe serokek ku aştiyê pêk bîne, ji ber ku nêrîna wî ya li aştiyê ne li ser zagonên maf, dadmendî û hiqûqa navneteweyî ye, lê belê li ser hêzê ye.”

‘DIVÊ HAMAS XWE BIDE ALÎ’

Der barê rewşa Xezayê de jî rojnameya El Şerq El Ewset nivîsî: "Gava yekem a ku divê Hemas biavêje ev e; tişta ku sekreterê giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebûl Xeyt behsê kir ku Hemas xwe bide alî. Ji ber ku berjewendiya Filistînê û Ereban wê dixwaze da ku zirar û ziyana li Misir, Urdinê û Xezayê kêmtir bibe.”

Rojnameyê her wiha nivîsî: "Tiştê din ew e ku her kes pê dihese ku bi hebûna Hemasê dê jinûveavadanî çênebe. Ma dê kî amade be ku herêmeke ku şerê şeşemîn lê biqewime, ava bike?

Lewma tiştên ceribandî mirov careke din naceribîne. Rastiyek heye; metirsî hene û divê bi aqilane, bêyî slogan û hestan werin çareserkirin û Hemas bi xwe jî divê vê yekê bizane.”

(k)