QSD`ê bersiva êrişên dewlet dagiker û çeteyên  wê da

QSD’ê ragihand ku şervanên wan duh di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrişên dewleta Tirk dagirker û çeteyên wê da.

QSD`ê bersiva êrişên dewlet dagiker û çeteyên  wê da
12 sibat, 2025   11:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) der barê êriş û pevçûnên duh ên li eniyên şer de daxuyaniyeke nivîskî da.

Daxuyanî wiha ye:

"Duh (sêşem) şervanên me droneke xwekuj a artêşa Tirk a dagirker li nêzî bendava Tişrînê xist. Di heman demê de balafirên şer û balafirên bêmirov derdora bendavê, bi taybet malên karkeran, bombebran kirin û di encama êrişan de ziyanên madî çêbûn.

Li eniya Pira Qereqozaqê; şervanên me rêzeçalakî li dijî baregehên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li girê Qereqozaqê li dar xistin. Di heman demê de birceke ragihandinê ya dagirkeran a li gundê Qebir Îmo kirnhedef, di encamê de 2 çete hatin birîndar bûn.

Balafirên şer gundên Malha, Bîr Hesen û Xeseqê bombebaran kirin, di encamê de ziyanên madî çêbûn. Li gel bombebaranê, dewleta dagirker û çeteyên wê bi çekên giran, tank, roketavêj û topên hawanan gundên Eltîna, Cada, Bîr Hesen, Xeseq, Dîkan, El Sana û Malha û Girê Sêvê 140 caran topbaran kirin.

Li eniya Dêr Hafirê; çeteyekî dema dixwest bi maşîna xwe bi ser nuqteya şervanên me de bigire, hate girtin û hin alavên ragihandinê û çek jî di destê wî de hatin girtin.

Duh saet di 15.30’an de balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker gelek caran êrişî bajarokê Şêxler/El Şiyûx ê rojavayê Kobanê kir, lê fuzeyên balafiran li erdên vala ketin. Li qada hewayî ya herêmê balafirên bêmirov difiriyan.

Li esmanê Eyn Îsa û bejahiya wê jî tevgera balafirên keşfê zêde bû.”