Rojnamevanê Şengalî Şehîd Nazim vedibêje

Rojnamevanê ji Şengalê Îbrahîm Êzidî ku dema hevalê me yê rojnamevan rewşa Şengalê dişopand, bi hevre kar kiribûn, got: “Heval Nazim û Cîhan rastî ragihandin lewma bûn hedef. Heval rastiya Şengalê jî ragihandibû. Tenê rojnamevan nebû, ji bo me mamoste bû.” 

Rojnamevanê Şengalî Şehîd Nazim vedibêje
21 kanûn, 2024   14:56
ŞENGAL

Rojnamevanê ji Şengalê Îbrahîm Êzidî ku demekê li gel Nazim Daştan karê rojnamevaniyê meşandiye, hêrsa xwe ya li hemberî êrişa dewleta Tirk a li dijî rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn û şehîdxistina wan, ji ajansa me re anî ziman.

Îbrahîm Êzidî di şexsê Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan de hemû şehîdên Çapemeniya Azad bibîr anîn û got: “Dewleta Tirk ne cara yekê ye ku rojnamevanan dike hedef. Ji dema ku gelê Kurd dest bi têkoşîna bidestxistina mafên xwe kiriye ve, êrişên qirkirinê pêk tîne û rojnamevanan jî dike hedef. 

Îbrahîm Êzidî bibîr xist ku li kuderê rojnamevan bibin hedef, li wir teqez êriş û planên qirêj hene; “Hevalên me Nazim û Cîhan jî ev qirêjî derxist holê, lewma ew kirin hedef. 

Îbrahîm da zanîn ku li gorî yasayên navnetewî hedefgirtina rojnamevanan sûcê şer e, lewma divê ev yek neyê qebûlkirin û wiha dom kir: “Di dema êrişên DAIŞ'ê de jî êriş li ser rojnamevanan çêbûn û cîhanê qiyamet rakir. Dewleta Tirik a dagîrker niha ji Şengalê heta Bakûr, Başûr û Rojava endamên çapemeniyê dike hedef, lê tu deng ji saziyên ku xwe wek parêzvanên mafê mirovan nîşan didin, dernakeve.” 

Îbrahîm Êzidî anî ziman ku hemû endamên Ragihandina Azad daxwaz û hêviyên gel, rastiya wê ji cîhanê re vedibêjin wiha axivî: “Nazim Daştan jî bi heman armancê berê xwe dabû Şengalê. Me demekê bi hevra kar meşand. Di demeke kurt de cihê xwe di dilê xelkê me de çêkir. ji derveyî karê ragihandinê, bi sekin û afirîneriya xwe bû mamosa û me gelek sûd jê wegirt.

Çawa ku li Xanesorê rojnamevan Şehîd Nûjiyan Erhan bi kamereya xwe rûyê reş ê PDK'ê nîşan da û pilana wan ya qirên têk bir, şehîd Cîhan û Nazîm jî bi kamereyên xwe plana dewleta Tirk a dagîrkirina Kobanê deşifre kirin. Êrîşa li dijî Şehîd Nûjiyan û êrîşa li dijî Nazîm û Cîhan bi yek hedef bûn.”

Îbrahîm da zanîn ku Nazim û Cîhan hemû hêza xwe dane têkoşîna ragihandina heqîqetê, di vê oxirê de canê xwe fedakirin û got: “Niha ji me tê xwestin em berdewamiyê bidin kar û xebatên wan. Tu carî rastî di tarîtiyê de nemîne, em carekî din vê sozê ji bo heval Nazim û Cîhan jî dûbra dikin.”

(a)

ANHA