Mazot li cotkarên Reqayê tê belavkirin

Desteya Çandiniyê ya kantona Reqayê dest bi belavkirina mazotê li cotkaran kir. Deste li gorî lîsteyê mazotê li cotkaran belav dike.

Mazot li cotkarên Reqayê tê belavkirin
Mazot li cotkarên Reqayê tê belavkirin
Mazot li cotkarên Reqayê tê belavkirin
Mazot li cotkarên Reqayê tê belavkirin
21 kanûn, 2024   14:58
REQA

Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Reqayê 19`ê Kanûnê agahî da gerînendetiyên xwe ku dest bi xebatên belavkirina mazotê li cotkaran bikin.

Desteya Çandinî û Avdanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji kooperatîfan re ji bo her donimekê 12 lître mazot, ji zeviyên bi rêya bîran tên avdan jî ji bo her donimekê 20 lître veqetandiye. Li gorî Gerînendetiya Sotemeniyê ya Kantona Reqayê deste lîtreya mazotê bi hezar û 570 lîreyî dide cotkaran.

Desteyê xebatên belavkirinê dabeşî 4 beşan kirine.

Serokê Nivîsgeha Çandiniyê ya Gerînendetiya Sotemeniyê ya Reqayê Mehmûd El Mihbaş got heta niha mazot li 20 kooperatîfan û 214 cotkaran hatiye belavkirin.

(şx/k)

ANHA