Rojnamevana ji Kaxirê: Têkoşîn dê dawî li sûcan bîne

Rojnamevan Hesna Mihemed destnîşan kir ku hovîtiya çeteyên dewleta Tirk a li gundê Kaxirê, parçeyekî siyaseta li dijî îradeya gel û jinan e. Hesnayê got mezinkirina têkoşînê dê dawî li wan kiryaran bîne.

Rojnamevana ji Kaxirê: Têkoşîn dê dawî li sûcan bîne
28 îlon, 2024   05:10
QAMIŞLO

Hesna Mihemed der barê êrişa çeteyên dewleta Tirk a dagirker de ku 15’ê Îlonê (2024) li ser gundê Kaxirê yê bajarê Mabata yê Efrînê pêk hatibû, ji ajansa me re axivî.  

Hesna Mihemed ku ew bi xwe jî ji gundê Kaxirê ye, bi bîr xist ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 18`ê Adara 2018`an bi êrişên hovane Efrîn dagir kir û ji wê rojê heta niha li ser gelê herêmê kiryarên qirêjî dikin.

Hesnayê diyar kir Efrîn bi xwezaya xwe ya xweş dihat naskirin lê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye talankirin. Hesnayê got armanca dewleta Tirk têkbirina pergala rêveberiya xweseriya demokratîk e û wiha dewam kir: “Bi kiryarên xwe yên qirêjî dixwaze îradeya gelê Kurd û bi taybet a jinan bişikîne. Dixwaze koledariya jinan bidomîne. Li Efrînê kiryarên wekî qetilkirin, revandin, destdirêjî, îşkencekirin û girtina jinan didomînin.”

‘DIVÊ TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN’

Hesna Mihemed diyar kir ku gelê Efrînê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk berxwedanê didomîne û wiha dom kir: “Jinên ku xwe bi ramanên Rêber Apo bi rêxistin kirine, êdî bi hêza xwe li dijî dagirkeriyê tê dikoşin. Tu kes nikare wan bike kole. Dayik serkêşiya berxwedanê dikin, ev hêza herî mezin e û moralê dide. Helwesta gel a li dijî van kiryarên dewleta Tirk xurt e. Lê divê berxwedana xwe xurttir bikin.”

Hesnayê xwest tu kes li hemberî van kiryaran bê deng nemîne, têkoşîn bê mezinkirin û got: “Divê em bi têkoşîna xwe dawî li kiryarên dewleta Tirk bînin û Efrînê rizgar bikin.”

Hesna Mihemed bêdengiya rêxistinên mafên mirovan jî rexne kir û got: “Eger bi rastî jî parastina mafê mirovan heye, çima xwe bê deng kirine, ka parastina mafên mirovan.”

ÇI BÛBÛ?

Gundiyên herêmên Efrînê yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker de, bi demsala berhema zeytûnan de, hewl da zeytûnên xwe biçînin. Lê komên çeteyan bi darê zorê pere ji wan stendin ku bikarin zeytûnên xwe biçînin. Çeteyan roja 15’ê Îlona 2024’an jî li gundê Kaxirê yê Mabatayê ji bo çinandina her darek zeytûnê 8 dolar li malbatan ferz kir. Gundiyên ku nerazîbûn nîşan dan bi êrişa çeteyan re rû bi rû man û 20 kes birîndar bûn.

(he/sş/a)