Zehrîban Hisên: Em ê jineolojî li her derê belav bikin

Berdevka Akademiya Jineoljî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Zehrîban Hisên da zanîn ku di encamnameya Konferansa 2'yemîn a Jineolojî de girîngî ji bo belavkirin û vejandina jineolojî li deverên ku hîn negihîştiye wan hat dayîn.

28 îlon, 2024   06:10
HESEKÊ

Duh Konferansa 2'yemîn a Jineoljî li hola Serdem a bajarê Hesekê bi beşdariya 250 endamên rêxistinên jinan ên Sûriye û seranserî cîhanê, li dar ket.

Di konferansa bi dirûşma "Zanatiya jinan bi jineolojî nûjen dibe" de, 5 mîhwerên sereke (erkên fikrî yên sazîbûna akademîk, sazîbûna jineolojî, rola jineolojî di avakirina şoreşa jinan de, rêbaz û armancên perwerdeya li ser jineolojî û pêşkêşkirina xebatên jineolojî li Rojhilata Navîn û cîhanê).

 Girêdayî konferansê, berdevka Akademiya Jineolojî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Zehrîban Hisên ji ajansa me re wiha nirxandin kir: "Nîqaşên binirx hebûn, komên jinan agahî û lêkolînên xwe yên têkildarî her 5 mîhwerên sereke pêşkêş kirin. Nêrîn û encamên nîqaşan jî hatin komkirin."

 Zehrîban Hisên diyar kir ku di nîqaşan de girîngî ji bo rêbazên belavkirina jineolojî û rola jineolojî di şoreşa jinan de hat dayîn. Her wiha li ser çawaniya avakirina akademiya jineolojî nîqaş hatin kirin.

Zehrîban Hisên wiha domand: "Di konferansê de xebatên ji dema konferansa 1'emîn a Dêrikê ya di 2018'an de nirxandin. Piraniya nirxandinan li ser vegera li têgînên ku di nav civakê belav bûne, bûn. Her wiha ku ew têgîn li gorî nêrîna jineolojî werin rûniştandin."

 Zehrîban Hisên diyar kir ku di jineolojî de jiyan sade û azad dibe, hevjiyana azad li ser esasê wekhevî, demokrasî û jiyana ekolojî tê avakirin û got: "Di konferansê de bandorbûna mirov û koman bi fikrên jineolojî di salên dawîn de hat nîqaşkirin."

 BELAVKIRINA JINEOLOJÎ LI HER DERÊ

Zehrîban Hisên diyar kir ku hemû biryarên ku hatine dayîn ji nîqaşan hatine derxistin. Belavkirina jineolojî li deverên ku hîna ew negihîştiyê hat erêkirin. Her wiha vekirina navend û akademiyên jineolojî û xebitîna hevbeş bi saziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re hat erêkirin. Ev tev bi armanca belavkirina jineolojî bi awayekî rast e.

 Zehrîban Hisên destnîşan kir ku di konferansê de girîngiya xurtkirina rola jinan di civakê de hat teqezkirin û got: "Ew jî bi rêya xurtkirina têkiliyên civakî ji bo belavkirina fikrê jineolojî û tevlêkirina jinan di perwerdeyên jineolojî de ye."

 JINEOLOJÎ ZANIST E Û DI CIHEKÎ DE SÎNORDAR NABE

Zehrîban Hisêb diyar kir ku jineolojî zanist e û di cihekî taybet de nayê sînordarkirin û got: "Pêwist e çalakiyên ji bo belavkirina jineolojî zêde bibin da ku bigihîje welatên din ên Rojhilata Navîn û cîhanê. Encamnameya konferansê dê bi rêya navendên lêkolînan ên jineolojî, akademî, sazî û peymangehan were pêkanîn."

(mh)