‘Bêdengiya rêxistinên navneteweyî sedemek e ku pergala li Îmraliyê didome’

Şêniyên li Minbicê diyar kir ku bêdengiya rêxistinên mafên mirovan dihêle ku dewleta Tirk pergala îşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê bidomîne.

‘Bêdengiya rêxistinên navneteweyî sedemek e ku pergala li Îmraliyê didome’
28 îlon, 2024   03:10
MINBIC

Şêniyên ji kantona Minbicê pergala îşkence û qirkirinê ku dewleta Tirk li ser Rêber Abdullah Ocalan dimeşîne, her wiha bêdengiya rêxistinên navnetweyî ya li hemberî vê pergalê şermezar kirin.

Mihemed Îbrahîm bêdengiya rêxistinên hiqûqî û mirovî yên navneteweyî ya li hemberî pergala li Îmraliyê dimeşîne wek "sûcekî herî mezin di dîroka nûjen de" bi nav kir. Mihemed Îbrahîm got ev bêdengî dihêle ku dewleta Tirk pergala îşkence û qirkirinê li dijî Rêber Abdullah Ocalan bidomîne.

Welatiya bi navê Fatima El Mensûrî rêxistinên mirovî û hiqûqî yên wezîfeya xwe di doza Rêber Abdullah Ocalan de bi cih naynin rexne kir. Fatima anî ziman ku merc çi dibe bila bibe wê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi jin û mêran têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bidomîne.

Welatiyê bi navê Aqîl Osman da zanîn ku pergala îşkenceyê ne rewa ye û bang li hêzên navneteweyî kir ku pêkanînên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rêber Abdullah Ocalan rawestîne û "Ji bo azadiya wî ya fîzîkî bi gelên dildarên azadiyê re kar bike."

Welatiya bi navê Îlham Serdar girîngiya têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan vegot. Bang li tevahî gelên cîhanê jî kir ku li hemberî desthilatdaran serî hilidin û ji bo azadî û demokrasiyê roleke çalak pêk bînin.

(bb)

ANHA