Rojnamevan Tonî Polus: Şerê di navbera Îsraîl û Hizbullahê de êdî ji sînorên xwe derket

Şerê di navbera Îsraîl û Hizbullahê de êdî ji sînorên xwe derket û bû şerekî berfireh. Îsraîlê ev şer wekî "Tîrên Bakur" û "Şerê Sêyemîn ê Lubnanê" bi nav kir. Rojnamevan û analîzvan Tonî Polud diyar kir ku ji bo ku Hizbullah rola xwe ya berê vegerîne, pêwîstiya wê bi destkeftiyeke leşkerî ya mezin heye.

Rojnamevan Tonî Polus: Şerê di navbera Îsraîl û Hizbullahê de êdî ji sînorên xwe derket
26 îlon, 2024   09:15
BEYRÛT
RANYA UBÊD

Ji destpêka şerê Xezayê ve, di çend rojên dawîn de Îsraîlê êrişên xwe zêde kirin. Cîhazên banglêkirinê û bêtêlên Hizbullahê teqandin, binesazî û cebilxaneyên Hizbullahê û her wiha fermandarên wê hedef girtin. Herî dawî jî Îbrahîm Eqîl û Îbrahîm Qibêsî bûn.

Hemwextî wê di encama êrişên hewayî yên Îsraîlê yên li dijî başûrê Lubnanê û Bekayê de, bi sedan kuştî û bi hezaran birîndar çêbûn.

Her wiha bi deh hezaran malbatên li herêmên başûr ber bi Beyrûtê û deverên ewle ve koçber bûn.

Mirov li dîmenên Lubnanê temaşe bike dibêje qey heman dîmenên Xezayê ne. Îsraîl bi israr dixwaze şêniyên bakur vegerin deverên xwe, girêdayî wê serokê artêşa Îsraîlê Herzi Halevi gotibû ku ew tu demê nadin Hizbullahê û êrişên li dijî wê li Lubnanê dê zêdetir û girantir bibin.

Hizbullahê hewl da bi rêya hedefgirtina bi dehan baregehên leşkerî yên Îsraîlê bi moşekên xwe yên nû (Fadî 1, Fadî 2 û Fadî 3) hêzê bide xwe.

GELO ÎRANÊ DEV JI HIBZULLAHÊ BERDA?

Îranê tevî ku her tim tîne ser ziman ku "bersivdayîn teqez e", lê dîsa jî heta niha bersiva hedefgirtina serokê Nivîsgeha Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniye nedaye.

Îran tenê bi gotinan piştgiriyê dide Hizbullahê, lê belê ew dibîne ku dem ne dema pêkanîna êrişên berfireh ên li dijî Îsraîlê ye. Dibe sedem ew be ku Îran bi pêkanîna berjewendiyên xwe li herêmê mijûl e.

Çavkaniyeke dîplomatîk a taybet ji ajansa me re da zanîn ku piştî êrişên dawîn ên li dijî Lubnanê, Hizbullahê ji Îranê xwestiye li dijî Îsraîlê êrişan pêk bîne, lê Îranê nexwest bikeve vî şerî. Ev yek di daxuyaniya serokê Îranê Mesûd Pizîşkiyan de xuya bû. Wî gotibû ku Hizbullah bi tena serê xwe nikare li hemberî dewleteke wiha bisekine ku di asta çek û teknîkê de pir pêşketî ye û piştgiriyê ji dewletên rojavayî û Amerîkayê digire.

Çavkaniyê diyar kir ku xuya ye Îran dev ji Hizbullahê berdaye û niha ew bi pêkanîna berjewendiyên xwe yên li herêmê, nexasim dosyaya çekên nukleer, mijûl e.

ARMANCÊN ÎSRAÎLÊ BERFIREHTIR DIBIN Û TIRSA ÊRIŞA BEJAHÎ ZÊDE DIBE

Îsraîl bi êrişên xwe yên dawîn teqez dike ku armanca wê ya sereke têkbirina Hizbullah û vegerandina şêniyên bakur e, wekî ku çawa eniya Xezayê hatiye Lubnanê. Tevî hemû xebatên navneteweyî yên rawestandina şer li gorî biryara Neteweyên Yekbûyî ya 1701’an, lê dîsa jî Îsraîl şerê xwe bênavber didomîne. Hizbullah jî tevî hedefgirtina endam û fermandaran dîsa jî xwe bi şerê li Xezayê ve girê dide.

Rojnamevan û analîzvanê siyasî Tonî Polus ji ajansa me re diyar kir ku Îsraîlê xetên parastin û êrişê yên Hizbullahê rûxandin. Her wiha binesaziya embarên moşekan û xaniyên ku tê de cebilxane hebû, hedef girtin.

Tonî Polus destnîşan kir ku ev şer êdî ji sînorên xwe derket û bû şerekî berfireh û got: "Îsraîl vî şerî wek 'Tîrên bakur' û 'şerê sêyemîn ê Lubnanê' bi nav dike. Hemû derfetên şer hatin bikaranîn, tenê êrişa bejayî ya ber bi sînorê başûrê Lubnanê ve maye. Hizbullah tevî êrişên Îsraîlê lê dîsa jî li her derê girêdana eniya Lubnanê bi ya Xezayê ve teqez kir."

Polus diyar kir ku Hizbullah ket şaşiyeke stratejîk, ji ber ku wê ev bihane da serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu da ku vê êrişa berfireh li dijî Lubnanê pêk bîne.

‘PÊWÎSTIYA HIZBULLAHÊ BI DESTKEFTIYEKE LEŞKERÎ HEYE’

Îsraîl xwe wiha dibîne ku ew dikare bi êrişên xwe yên hewayî hemû derfet û noqteyên hêzê yên Hizbullahê hedef bigire û berê jî Îsraîlê diyar kiribû ku wê Hizbullah 20 salan paşve vegerandiye.

Polus diyar kir ku pêwist e Hizbullah ji bo operasyonên xwe yên di dema bê de li dijî Îsraîlê plan bike û got: "Tevî ku Hizbullah gelek baregehên Îsraîlê hedef girtin, lê dîsa jî pêwistiya wê bi destkeftiyeke leşkerî ya mezin heye da ku rola xwe ya berê vegerîne holê."

Polus diyar kir ku di rojên bê de ev senaryo pêşbînkirî ye: "Yan Îsraîl êrişên xwe berfireh bike û dest bi êrişa bejayî bike, yan jî bi destwerdaneke navneteweyî şer were rawestandin. Tevî rewşa nearam a Lubnanê, lê dîsa jî tevgere dîplomasî li Lubnanê heye. Nexasim ku şandiyê seroketiya Fransayê Jean-Yves Le Drian li Lubnanê ye da ku biryara 1701’an pêk bîne."

Ev biryar ê li gorî 3 qonaxan were pêkanîn: qonaxa yekemîn rawestandina şer li herdu aliyên sînor e, qonaxa duyemîn artêşa Lubnanê derbasî başûrê Lubnanê bibe û ya sêyemîn Fransa daxwaza lidarxistina kongreyeke navneteweyî ji bo destkdayîna artêşa Lubnanê di aliyê lojîstî û manewî de. Bi vî awayî biryara 1701’an tê pêkanîn û artêşa Lubnanê li başûr kontrol dike.

(mh)

ANHA