Hejmara nû ya kovara YPJ Star derket

Herjmara Îlon-Cotmeh (2024) a kovara YPJ Star bi manşeta "Bi ruhê jina azad, em ê şoreşa jin û welat bi parêzin, azadiya Rêber Apo misoger bikin" derket.

 Hejmara nû ya kovara YPJ Star derket
 Hejmara nû ya kovara YPJ Star derket
 Hejmara nû ya kovara YPJ Star derket
26 îlon, 2024   09:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Kovara YPJ Star bi herjmara xwe ya 102`yan gişhît ber destê xwîneran. Kovara ku bi zimanên Kurdî û Erebî hatiye amadekirin, wekî mijara sereke cih dane konferansa YPJ'ê ya 30'ê Hezîrana 2024'an hatiye pêkanîn.

Di kovara ku her beşeke wê ya ziman (Kurdî, Erebî) ji 32 rûpelan pêk tê de, nirxandina Rêber Abdullah Ocalan a bi sernavê , "Heya Ku Jin Azad nebe Nikare Xwe Azad Îfade bike" wekî nivîsa destpêkê hatiye dayîn.

Di nivîsên din de nirxandinên konferansa YPJ'ê, hevpeyvînek li ser heman mijarê, nêrînên beşdarên konferansê hatine dayîn. Her wiha cih daye girîngiya hêza cewherî ya jinê û şoreşa jinê.

Di rûpela dawî ya kovarê de jî, wêneyên şehîdên jin hatine dayîn.