Rojnamevan Serunaz Ehmed, 28 roj e di grevê de ye

Rojnamevan Serunaz Ehmed ku di dema Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de hatibû girtin, ji ber destûra kontrol û çavdêriya bijîşk nehatiye dayîn, 28 rojin di grevê deye.

Rojnamevan Serunaz Ehmed, 28 roj e di grevê de ye
5 cotmeh, 2024   11:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Medya Rojhilatê Kurdistanê li gorî agahiyên ji çalakvanên mafên mirovan girtîn, têkildarî rewşa Rojnamevan Serunaz Ehmed ku li girtîgeha Evînê tê girtin de zanyariyan belav kir.

Hate diyarkirin ku Serunaz Ehmed dev ji dermanên fikarê (anksiyete) berdaye û xizmetên tenduristiyê yên girtîgehê red dike, 28 roj e di grevê deye.

Her wiha hate destnîşankirin ku Serunaz Ehmed beriya niha jî di dema êrişa li ser hucreya jinan a girtîgeha Êvînê de dilgiran bû û rakiribûn nexweşxaneyê.

Hêjayî gotinêye ku Wergervan, Çalakvana Mafê Zarokan û Rojnamevan Serunaz Ehmed di Mijdara sala 2022’yan de li gel hevserê xwe Kamyar Fekur, di dema xwepêşandanên Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de hatibûn binçavkirin. Berê de jî bi tometa ‘propagandaya li dijî dewletê’ û ‘kombûn û komployên ji bo têkbirina ewlehiya netewî’ ji aliyê Dadgeha Şoreş a Tehranê ve 3 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.