16 hezar sûriyeyî û lubnanî gihaştin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Ji destpêka êrişên Îsraîlê yên li dijî başûrê Lubnanê ve 16 hezar û 243 sûriyeyî û lubnanî gihaştine herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

16 hezar sûriyeyî û lubnanî gihaştin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
5 cotmeh, 2024   11:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da zanîn ku heta niha 16 hezar û 243 sûriyeyî û lubnanî gihaştine herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Rêveberiyê têkildarî mijarê ev dane parve kirin:

Mêr: 5 hezar û 617
Jin: 5 hezar û 304
Zarok: 5 hezar û 289
Lubnanî: 33
Cenaze: 11

Rêveberiyê diyar kir ku kesên vedigerin yan diçin malên xwe yan jî li cem xizmên xwe dimînin. Yên kes û karên wan li herêmê jî tune ne, rêveberî ji wan re navendan amade dike.

Nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Lubnanê û Weqfa Newroz a Çandî û Civakî rojane vegera sûriyeyiyên ku dixwazin vegerin herêmê, hêsan dikin.

Nûnertiyê destnîşan kir ku ji bo vegera penaberan, ew kar û xebatên lojîstîk û îdarî hêsan dikin û desteka pêwîst bi rêya saziyên Rêveberiya Xweser ên li herêmê peyda dikin.

Di encama şerê Îsraîl û Hizbullahê de bi deh hezaran sûriyeyiyên ji bo kar an jî di destpêka aloziya Sûriyeyê de çûne Lubnanê, vedigerin welatê xwe.

Nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Lubnanê ji bo meşandina kar û barên penaberên sûriyeyî ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re 24`ê Îlonê komîteyek ava kir.

(şx)

ANHA