Li Qamişloyê civîna meleyan: Divê li ber fitneyan bê girtin

Gerînendeya Weqfan a Parêzgeha Hesekê di civîna ligel meleyên mizgeftan de got, Sûriyeya nû bi dirûşme û bangawaziyan ava nabe û anî ziman ku divê têkiliyên pêkhateyan werin sererastkirin û li dijî nefret û provokasyonan têkoşîn bê kirin.

Li Qamişloyê civîna meleyan: Divê li ber fitneyan bê girtin
Li Qamişloyê civîna meleyan: Divê li ber fitneyan bê girtin
Li Qamişloyê civîna meleyan: Divê li ber fitneyan bê girtin
Li Qamişloyê civîna meleyan: Divê li ber fitneyan bê girtin
Li Qamişloyê civîna meleyan: Divê li ber fitneyan bê girtin
Li Qamişloyê civîna meleyan: Divê li ber fitneyan bê girtin
Li Qamişloyê civîna meleyan: Divê li ber fitneyan bê girtin
Li Qamişloyê civîna meleyan: Divê li ber fitneyan bê girtin
18 cotmeh, 2026   20:49
QAMIŞLO

Gerînendetiya Weqfan Parêzgeha Hesekê li mizgeftan Şelah a bajarê Qamişloyê bi xetîb û meleyên mizgeftan re civiyan. 

Gerînendeya Weqfan a Parêzgeha Hesekê Mazin Mihemed Harûnî di civînê de rewşa herêmê, şerê ku lê hatiye meşandin û bandorên wê li ser gelê Sûriyeyê şîrove kirin. Harûnî got ji bo Sûriyeyeke nû were avakirin pêdivî bi xebateke hevpar a hemû pêkhateyan û beşên civakê heye.

‘SÛRIYE BI DIRÛŞMAN AVA NABE‘

Harûnî da zanîn ku di qonaxa heyî de gelek pirsgirêk û astengî hene, welat û civak bi dirûşme û bangawaziyan ava nabin, lê bi xebateke bê navber a cidî û berpirsyareke hevbeş ava dibin.

Mazin Harûn di dewama axaftina xwe de girîngiya sererastkirina têkiliyên civakî û ji nû ve avakirina baweriyê di navbera civakê de vegot. Her wiha anî ziman ku ji ber destwerdanên derve şerekî navxweyî çêbû ku êş û azarên mezin ji gelê Sûriyeyê re anîn.

Harûnî ji ber zer zimanê nefret û provokasyonan hişyarî da û der barê bûyerên ku di rojên dawîn de li Hesekê çêbûne wiha got: "Hinek alî hewl didin bi rêya xîtaba nefret û provokasyonan aştiya navxweyî têk bibin û nêzîkbûna di nava gelên herêmê de lawaz bikin."

Harûnî her wiha bal kişand ser rola Kongreya Îslama Demokratîk ku hemû pêkhate û mezheban dihewîne û hewl dide hemû pêkhate, reng û neteweyên li Sûriyeyê nêzîk hev bike.

Gerînendeya Weqfan a Parêzgeha Hesekê Mazin Mihemed Harûnî di dewama axaftina xwe de behsa entegrasyona saziyên olî di wezaretê Ewqafê de û ev tişt anî ser ziman: " Şandeyek ji kongreyê bi wezaretê re civiya û entegrasyon nîqaş kir, nîqaş bi rêya têkomîteyên têkildar ên entegrasyonê berdewam dikin. Hin gav wekî danîna tabeleyên li ser saziyên olî li Hesekê û Qamişloyê hatin avêtin û xebat didome."

Têkildarî perwerdeyên olî jî, Mazin Harûnî destnîşan kir hem xwendekarên keç û hem jî xort ên dibistanên olî yên asta amadehî perwerdeya xwe didomînin û di dema bê de dibistanên olî li Qamişloyê werin vekirin.

 Mihemed Harûnî îşaret bi rola gerînendetiyê di rêxistinkirina karên tevahî saziyên olî, mizgeftan û meleyan de kir.

(bb)

ANHA