Li Viyanayê ji bo şehîdên ji Koçerat û Qamişloyê merasîma bîranînê

Kurd û dostên wan ên ku li  paytexta Awistirya Viyanayê dijîn, gerîlayên şehîd ên ji Qamişloyê û Koçeratê bi bîr anîn û soza şopandina rêya wan da.

Li Viyanayê ji bo şehîdên ji Koçerat û Qamişloyê merasîma bîranînê
Li Viyanayê ji bo şehîdên ji Koçerat û Qamişloyê merasîma bîranînê
Li Viyanayê ji bo şehîdên ji Koçerat û Qamişloyê merasîma bîranînê
18 cotmeh, 2026   19:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser banga Komîna Şehîdan a li Awistiryayê îro li navenda komele ya Rojava ya Viyanayê  merasîma bîranîna gerîlayên azadiyê yên şehîd ên ji Qamişlo û Koçeratê hat lidarxistin. Di bîranînê de tevî malbata şehîd Baran Qamişlo û şehîd Berçem Zîlan bi dehan kes amade bûn.

Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endamê Komîteya PYD‘ê ya Awistiryayê Hemê Hecî Elî axivî. Di axaftina xwe de Hemê Hecî Elî rola şehîdan di parastina rûmeta gelê Kurd û nasnameya wê de vegot û banga şopandina rêya şehîdan ta pêkanîna xeyalên wan kir.

Nûnerê Komîna Şehîdan Ehmed Zîrek jî bal kişand ser têkoşîna şehîdan a parastina destkeftiyên gelê Kurd li çar aliyên Kurdistanê û banga şopandina xeta wan kir. Zîrek îşaret bi rola malbatên şehîdan di yekrêziyê û domandina têkoşîna azadî û jiyaneke bi rûmet de kir.

Di bîranînê de rojnamevan û siyasetmedar Bunyad Cizîrî axivî û got, "Em bejna xwe li hemberî hemû cangoriyên azadiyê ditewînin. Em soz didin ku em ê heya pêkanîna armancên ku  di rêya wê de şehîd bûne şopdarên rêya wan bin."

Bunyad Cizîrî, ji bo parastina destekftiyên ku bi keda şehîdan hatine bidestxistin banga hevgirtinê li gelê Kurd kir.

Di dewama merasîmê de li ser navê malbata şehîd Berçem Zîlan, Mihemed Elî axivî û got, dê heya anîna azadiyê ji gelê Kurd re têkoşînê bidomînin. Bi navê malbata şehîd Baran Qamişlo jî Lazgîn Heybet bixêrhatina beşdaran kir û diyar kir ku şopandina rêya şehîdan ereke neteweyî ye.

Di dawiya merasîmê de Komîna Şehîdan wêneyên şehîd Baran Qamişlo û Berçem Zîlan pêşkêşî malbatên wan kirin.

(bb)