Bi hinceta helbesta kurdî 11 roj cezayê hucreyê dan!

Ji Enes Îlgen û Serdar Başaran ên di Girtîgeha Tîpa T a Bafra ya Samsûnê de tên ragirtin girtin bi hinceta stran û helbestên kurdî di lênûskên xwe de nivîsandine, 11 roj cezayê hucreyê li wan hate birîn.

Bi hinceta helbesta kurdî 11 roj cezayê hucreyê dan!
27 tebax, 2024   10:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Di Girtîgeha Tîpa T ya Bafrayê ya Samsûnê ya Tirkiyê de ji bo Enes Îlgen û Serdar Başaran ji ber helbest û stranên kurdî nivîsandine, 11 roj cezayê hucreyê li wan hate birîn.

 Parêzerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) serdana girtiyên di Girtîgeha Tîpa T ya Bafrayê de tên ra girtin, kirin. Girtiyên bi parêzeran re hevdîtinê kirine anîn ziman ku îdareya girtîgehê di 6’ê hezîranê de bi ser qawîşan de girtine, di serdagirtinan de bi hinceta di lênûskên Enes Îlgen û Serdar Başaran de helbestên kurdî hene, di 15’ê tebaxê de ji herdu girtiyan re 11 roj cezayê dîsiplinê hatine birîn.

HINCETA BIRYARÊ

Serokatiya Lijneya Dîsiplînê ya Îdareya Girtîgehê di biryara xwe ya bi hinceta “propagandaya rêxistinê” daye de ev tişt hatin gotin: “Di lêgerînên 6’ê hezranê de nîşeyên hatine bidestxistin de, hatiye nirxandin ku helbest ji gotinên merşan pêk tê, merş jî wek bîrdozî propagandaya PKK’ê û KCK’ê dike, ev yek moral û motîvasyona girtiyan zêde dike, biryardariya wan zindî digire.”

 Parêzer destnîşan kirin ku ew ê ji bo girtiyên ceza li wan hatine birîn, serî li Dadgeriya Înfazê bidin.