Rojevên îro yên rojnameyên erebî

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker sûdê ji aloziya li Rojhilata Navîn û mijûlbûna hikumeta Iraqê bi vê rewşê werdigire da ku hebûna xwe li Başûrê Kurdistanê û Iraqê xurttir bike. Rojnameyan destnîşan kir ku metirsî di nava hêzên Şamê de hene ku komên Îranê li xaka Sûriyeyê eniyekê li dijî Îsraîlê vekin.

Rojevên îro yên rojnameyên erebî
8 cotmeh, 2024   09:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker, metirsiyên hêzên hikumeta Şamê ku Îran li Sûriyeyê eniyekê li dijî Îsraîlê veke.

Rojnameya El Ereb a Londonê nûçeyek bi sernavê "Operasyona leşkerî ya Tirkiyeyê li bakurê Iraqê veguherî dagirkeriyeke daîmî" weşand.

Di nûçeyê de rojnameyê diyar kir ku geşedanên li Rojhilata Navîn bûn sedem ku êrişên leşkerî yên dewlet a Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê bên paşguhkirin û êrişên wê yên li dijî wan herêman bûn "şerekî jibîrkirî ku veguheriye dagirkeriyeke daîmî".

Rojnameyê cih da nirxandina siyasetmedarê Kurd Nejat Necmedîn ku dewleta Tirk mijûlbûna herêmê û hikumeta Iraqê bi geşedanan bi kar tîne û 8 rêyên nû vekirin da ku hegemonyaya xwe li herêmê firehtir bike. Di heman demê de hişyarî da ku heke Iraq jî bikeve nava aloziya di navbera Îran û Îsraîlê de, dê rê li pêşiya Tirkiyeyê veke ku hebûna xwe li Iraqê firehtir bike û hêzên din li Başûrê Kurdistanê bi cih bike.

Li gorî Necmedîn, Enqere hewl dide her bûyereke siyasî û ewlehî li Iraqê bi kar bîne ji bo ku baregehên nû wekî ya li Başîqayê ava bike.

SOHR: FIKARÊN HÊZÊN REJÎMA SÛRIYEYÊ ZÊDE DIBIN

Rojnamyeya Şerq El Ewsat ku agahiyên xwe ji çavkaniyên taybet ên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) wergirtine, diyar kir ku efserên hêzên hikumeta Şamê bi fikar in ku komên Îranê eniyeke din li Sûriyeyê li dijî Îsraîlê vekin.

Li gorî rojnameyê hêzên hikumeta Şamê ji geşedaneke wisa re ne amade ne, nemaze ku aloziyên hundirîn berdewam in, bi piştgiriya Rûsyayê li çolistana Sûriyeyê şerê li dijî DAIŞ`ê didomîne, lê agahî hene ku DAIŞ plan dike êrişên xwe di dema bê de zêdetir bike. Ev jî barên leşkerî li ser hêzên hikumeta Şamê zêdetir dike, nexasim ku cebilxaneya wê kêm e.

Rojnameyê agahiyên ku SOHR`ê parve kirine, bi bîr xistin û da zanîn ku çeteyên Tehrîr El Şam û komên din ên çeteyên di bin ala wê de kar dikin, amadekariyan dikin ku êrişeke leşkerî ya berfireh li dijî Hema, Idlib, Laziqiye û Helebê pêk bînin, heke Îsraîl eniya Colanê veke.

Rojnameyê da zanîn ku efserên hikumeta Şamê ji hebûna depoyên Hizbullahê û komên Îranê di nava baregehên leşkerî yên Sûriyeyê de bi hêrs in, ji ber ku ev depo ji aliyê Îsraîlê ve tên bomebarankirin. Herî dawî Îsraîlê depoyên moşekan û çekan ên li gundewarên Hims û Hemayê bombebaran kiribûn.

(şx)