Rojevên îro yên rojnameyên erebî

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de şerê li başûrê Lubnanê, bandora şerê Îsraîl û Hemasê li ser ewlehiya neteweyî ya Urdudinê û peymana veşartî ya nukleerî ya di navbera Tehran û Til Avîvê de kirine rojev.

Rojevên îro yên rojnameyên erebî
16 îlon, 2024   10:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewsat cih da şerê li başûrê Lubnanê. Rojnameyê diyar kir ku "kabûsa şerê Îsraîl-Lubnanê û metirisiyên ku berfireh bibe zêde dibin."

Di dewama nûçeyê de hat gotin: “Li Îsraîlê çavdêr vî şerî dispêrin hêrsa gel; nêzî 80 hezar kesên li bajarokên bakur ji malên xwe koçber bûne, nêzî 200 hezar kesên din di kabûsên êrişên Hizbullah de ne û hîs dikin ku rojane ku moşek li ser wan dibarin. Nîv milyon kesên din jî difikirin ku eger şer biqewime dê moşek li wan bikevin.”

Rojnameyê bi bîr xist ku rayedarên leşkerî û siyasî yên Îsraîlê gefa wêrankirina Lubnanê xwarin.

Têkildarî Hizbullahê jî rojnameyê wiha nivîsî: “Hizbullah çi qasî dibêje ew şer naxwaze lê bi heman tehdîtan re rû bi rû ye. Li vir girse ji şer westiyaye, li Lubnanê jî nêzî 700 hezar kes hatin qetilkirin û birîndar jî çêbûne. Hin tax bi temamî hilweşiyan û fermandar hatin kuştin. "

Li gorî rojnameyê, çareserî hêsan e û her kes dike pê dizane; rawestandina şerê li Xezayê dê şerê li bakur jî rawestîne.”

‘ÇÎROKA ŞAŞ A HAMASÊ ÇAWA EWLEHIYA NETEWEYÎ YA URDUNÊ TEVLIHEV KIR’

Têkildarî Urdunê rojnameya El Ereb a Londonê destnîşan kir ku Hemasê ji destpêka şerê ji 7’ê Cotmehê ve hewl daye hestên urduniyan ji bo doza Filistînê bi kar bîne da ku xizmeta bernameya xwe ya siyasî ya demdirêj bike. Rojnameyê diyar kir Hemas hîn jî hewl dide bi rêya kampanyayên xwe yên dezenformasyonê Emanê bikişîne nava pevçûnan.

Rojnameyê cih da rapora damezirîner û rêvebirê Navenda Şurufat a Lêkolînên li ser Globalîzasyon û Terorê Dr. Siûd El Şurufat ku ji aliyê Enstîtuya Washingotinê ve hatiye weşanidn. Hate gotin, li gorî Şurufat, Hamas heta niha di berhevkirina berhemên vê çîroka tewş de bi ser ketiye.

Rojnameyê diyar kir ku "Nebûna helwestan li dijî çîrokên bi fikar ên Hemasê dibe ku rê li ber hêsakirina leşkerkirinê veke, di heman demê de dibe bibe sedema ku gelê Urdunê zextê li hikumeta xwe bike da ku helwesteke tund wekî betalkirina Peymana Aştiyê, jihevbirina baregehên DYA’yê yên li Urdinê, qewitandina balyozê Îsraîlê yê li Emanê û betalkirina projeya avê li bermaberî enerjiyê ya di navbera Îsraîl û Urdunê li hemberî îsraîlê bike."

‘PEYMANA NUKLEER A NEPEN A DI NAVBERA MOSKOV Û TEHRANÊ DE HÊZÊN ROJAVAYÎ DIXE NAVA FIKARAN’

Tora El Erebiya îşaret pê kir ku îhtîmala peyameke Rûsya-Îranê ya der barê nukleerê de hêzên rojavayî dixe metirsiyê. Hate gotin: "Li gorî peymanê Îranê dê teknîkên pêşketî yên di warê nukleeriyê de li beramberî mûşekên balîstîk bi dest bixe. Rojavayî  dibêjin ku Tehran ev mûşek dane Moskvo da ku di şerê li dijî Ukraynayê bi kar bîne. Li gorî rojnameya Guardian a brîtanî  her du aliyan ev agahî derewandin."

Hate diyarkirin ku her çi qas her du aliyan ev agahî derewandibin jî lê îhtîmala ku peymaneke wisa hatibe îmzekirin, hêzên rojavayî xistiye nava fikaran.

(bb)