TAJÊ: Li dijî pergala mêr-dewletê serî hildin

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ bi boneya 2’emîn salvegera serhildana Jin Jiyan Azadî daxuyanî da û got: “Jin Jiyan Azadî rihê şoreşa jinê ye” û bang li hemû jinan kir bi tekoşînekî hevpar li dijî pergala mêr-dewletê serî hildin.

TAJÊ: Li dijî pergala mêr-dewletê serî hildin
16 îlon, 2024   10:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi boneya duyemîn salvegera serhildanê daxuyaniyek niviskî da. TAJÊ, di destpêka daxyaniyê de tevahî cangoriyên serhildana jin jiyan azadî bi bîr anî û wiha got; “Em di şexsê Jîna Emînî û Şilêr Resûlî de tevahî şehîdên di serhildana  Jin, Jiyan, Azadî de jiyana xwe ji dest dan bi hezkirin û rêzdarî bibîrtînin. Em dewleta Îranê ya ku bi tu awayî hebûn, îrade û nasnameya jin nas nake, bi tûndî şermezar dikin. Li hemberî pergala mêr-dewletê û zihniyeta wê ya desthildar jin li ber xwe didin. Di oxira bi dest xistina azadiyê de berdêlên giranbiha û bi rûmet didin.”

‘Pergala mêr-dewletê ji bo jin û civakê xeter e’

TAJÊ di daxuyaniya xwe de bal kişand ser xeteriya pergala mêr-dewletê ya li ser jin û civakê û wiha hat gotin; “Bi sed sala ye pergala netew-dewlet, bi aqlê serdest yê mêr û bîdoziya wê, ji bo parastina desthildariyê  li hemberî jin û civakê şerekî pir qirêj tê meşandin. Ji bo jin û civakê, pergala mêr-dewletê çeka herî xeter e. Pergala mêr-dewlet di esasê xwe de dijminê jinan, civak û jiyanê ye. Hebûna xwe li ser vê dijminahiyê didomîne. Di sedsala em tê de dijîn de ev dijminahî gihîştiye astekî herî metirsîdar û êdî ev li hemberî tevahî jiyana mirovahiyê gef e. Ji ber ku li her qada jiyanê jin, bi mirin û kuştinê re rû bi rû ye. Jinî Emînî û bi hezaran jinên din ji encama vê zihniyeta ku  ji aliyê rêjîma Îranê ve li ser jin ferz dike hat hedef girtin û kuştin. Di ser serhildanan re du sal derbas bûn dewleta Îranê li şûna guh bide daxwazên jinan û civakê berovajî bi hezaran mirov girtin, darve kirin û qetil kirin. Di nava du salan de gelek jin bi darvekirin. Darvekirina jin û mirovan sucekî herî giran xedar yê li dijî nirxên mirovahiyê ye. Di şexsê Pexşan, Şerîfe û bi dehan jinên wekî wan metirsiya darvekirinê didome. Li dijî viya tekoşînekî hevpar û radîkal divê em jin bidin meşandin û dawî li vê zilmê bînin.”

‘Ji bo azadiya jin û civakê felsefeya Rêber Apo riya xilasiyê ye’

TAJÊ bal kişand ser felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya paradîgma azadiya jin û civakê digre navenda xwe û wiha domand; “Me wekî jinên Êzidî piştî fermanê fikir û felsefeya Rêber Apo nas kir. Me azadiya xwe di fikirê wî de dît. Jinên Rojhilatê Kurdistan û tevahî Îranê jî azadiya xwe, di vê felsefeyê de dîtin. Bi felsefeya Jin, Jiyan, Jzadî li dijî zilmê û komkujiya jinan serî rakirin û di nava du salan berdêlên pir giran dan. Paradîgmaya Rêber Apo pêşxistiye ji bo azadiya jin û civakê rêya xilasiya ji qirkirin û koletiyê ye. Ger fikir û felsefya Rêber APO neba, serhildana jinan wê li cîhanê ewqasî deng veneda. Ji ber ku jin pêşenga civak û jiyanê ye, lewma dema Jîna Emînê li Îranê ji aliyê ‘polîsên Exlaq’ û di bin navê dîn de hat qetil kirin, cardin bi pêşengtiya jinan serhildan çêbû û li tevahiya cîhanê berbelav bû.”

‘Heman zihniyeta ku Jîna qetil kir, ferman anî ser civaka me’

TAJÊ anî ziman ji bo azadiya civakê tekoşîna jinan xwedî rolekî dîrokî ye û wiha domand; “Em di demekî wisa de dijîn qetilkirina jinan bi awayekî pergalî bûye. Ji Kurdistanê heta Rojhilata Navîn û cîhanê jin bi heman zihniyetê tên qetil kirin û kuştin. Ji ber ku aqlê jinê dikuje yek e. Zihniyeta ku Jîna Emînî qetil kir, heman zihniyet bû ku ferman anî serê civaka meyî Êzidî. Di fermanê de jin û zarok herî zêde hatin kuştin, revandin û firotin. Ji ber ku armanc tinekirina jin û civakê ye, şikandina îrada civakê û jinê ye. Li hemberî pergala mêr-dewlet, li hemberî siyaseta şer, dagirkerî û qirkirina jin û civakê jin, tekoşîna hebûn û parastina nirxên mirovahiyê dimeşînin. Parastina hebûn û îradeya azad bi tekoşînekî radîkal û bi rihekî hevpar wê bi serbikeve. Li hemberî aqlê ku kuştina jinê rewa û wekî mafekî dibîne tekoşînekî hîn xort û bi rêxistinkirî hewcehî pê heye.”

‘Em xwe pêşeng û piştgirên herî bi biryar yê tekoşîna hevpar a jinan dibînin’

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî bi vê bang û biryardariyê dawî li daxuyaniya xwe anî; “Em bang li hemû jinên Cîhanê dikin, li hemberî cîhana mêr ya tê de tenê şer û kuştin heye bi felsefeya jin jiyan azadî serî hildin, qetilkirina Jîna Emînî û bi hezaran jinên mîna wê bikin sedema rabûn, tekoşîn û berxwedanê. Em wekî jinên êzidî xwe pêşeng û piştgirên herî bi biryar yê tekoşîna hevpar a jinan dibînin. Me xwe bi felsefeya Jin Jiyan Azadî bi rêxistin kir û tola fermanê hilanî. Bi vê bîr û baweriyê em bang li hemû jinên cîhanê dikin, bi taybetî bang li jinên ji her netewî li Rojhilatê Kurdistan-Îranê dijîn dikin yekîtiya xwe xurt bikin, tekoşîna xwe hevpar bikin. Em wekî jinên êzidî bi rihê xuşktiyê, bi felsefeya şoreşa jinê, Jin Jiyan Azadî dibêjin em ê heta dawî li dijî neheqî, qirkirin û zilmê bisekinin. Em bi van hestan carekî din di şexsê Jîna Emînî de tevahî şehîdên şoreşa jin jiyan azadî bi minet û hezkirin bibîrtînin û soza xwe ya mezinkirina tekoşînê dubare dikin.”