Rojevên îro yên rojnameyên erebî

Rojnameyên erebî cih da hewldanên normalîzekirina di navbera Şamê û Enqereyê de û diyar kir ku dibe ku dawiya vê havînê civînek pêk were. Hate gotin dibe ku nûkirina "Lihevkirina Edeneyê" rojeva civînê be.

Rojevên îro yên rojnameyên erebî
3 îlon, 2024   10:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Hewldanên normalîzekirina têkiliyên Şam û Enqereyê, zextên DYA’yê yên li ser Îsraîlê û dosyaya serokatiya Lubnanê rojevên îro yên rojnameyên erebî ne.

Rojnameya El Weten a ser bi hikumeta Şamê ve nûçeyek bi sernavê "Ji daxuyaniyên Rûsyayê diyar dibe ku civîna pêşbinkirî ya di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de di demeke nêz de be" weşand.

Rojnameyê îşaret bi daxuyaniyên dawîn ên wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov kir û da zanîn ku Lavrov bi awayekî aşkera behsa amadekariyên civîna Rûsya, Îran, Tirkiye û Sûriyeyê kiriye. Li gorî rojnameyê ev daxuyanî, gavên cidî yên di vê çarçoveya normalîzekirinê de aşkera dike ku Rûsya hin xalên normalîzkirinê di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de diyar kirine.

Rojnameyê ku agahiyên spartine çavkaniyeke dîplomatîk a Ereb, da zanîn ku Rûsyayê bernameya civîna pêşbinkirî ya di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de diyar kiriye û çaverê ye civîn dawiya mehê be.

Li gorî rojnameyê, çavkanî bal kişand ser ku nûkirina "Lihevkirina Edeneyê" ya di navbera Sûriye-Tirkiyeyê de wek formeke hevkariyê ya ji bo kontrolkirina ewlehiya sînor hatibû pêşkêşkirin, dibe rojeva civînê be. Her wiha hate gotin ku li gorî heman çavkaniyê, divê aliyên têkildar nemaze Şam, van xalan erê bike. Tê zanîn ku Moskovê hewl daye ku vekişîna hêzên Tirkiyeyê bibe benda herî girîng a bernameya civîna pêşbinkirî.

NETANYAHU BI ZEXTÊN GIRAN RE RÛ BI RÛ YE, DYA VEKIŞÎNA XWE YA JI DAN Û STANDINÊN DÎLGIRTIYAN NÎŞAN DIDE

Rojnameya El Ereb a Londonê amaje bi wê yekê kir ku serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bi zextên navxweyî û yên rêveberiya DYA’yê re rû bi rû ye. Hate diyarkirin ku Rêveberiya DYA’yê wî tawanbar dike ku ji bo pêkanîna peymanekê ku dawî li aloziya dîlgirtiyan bîne, hewldanên têrker nake.

Di dewama nûçeyê de hate diyarkirin ku axaftin hene ku Washington êdî cidî difikire ku eger di rojên pêş de tu pêşketin çênebin ji dan û standinan vekişe.

Li gorî rojnameyê, çavdêr dibêjin ku rêveberiya Biden ji nêzîkatiyên Netanyahu bêçare maye û metirsî hene ku bûyerên li herêmê rû didin bandorê li hilbijartinên DYA’yê bikin.

Rojnameyê bi bîr xist ku piştî dîtina 6 cenazeyên dîlgirtiyên Îsraîlê di tunelekê de li bajarê Refehê yê başûrê Xezayê, li bajarên Îsraîlê xwepêşandan hatin lidarxistin, xwepêşandêran xwest hikumet der barê dîlgirtiyan de peymanê îmze bike.

Rojnameya El Şerq El Ewsat bal kişand ser helwestên serokê parlamentoya Lubnanê Nebîh Birî û serokê Partiya Quwat a Lubnanê Semîr Caca yên têkildarî diyaloga li ser hilbijartinên serokatiyê ku 2 sal e hatiye taloqkirin. Rojnameyê diyar kir ku pirsgirêka di navbera her duyan de, di aloziya hilbijartinên serokatiyê de ya sereke û fireh e û bêyî destwerdana derve nayê çareserkirin.

Rojnameyê bi bîr xist ku havîna îsal "Komîteya Pêncalî" ya ku ji dewletên têkildarî kar û barên Lubnanê pêk tê, xebatên xwe rawestandin. Hate destnîşankirin ku hêvî hene ku ev hewldan di demeke nêz de dîsa dest pê bikin. Rojnameyê ku agahiyên xwe ji çavkaniyên dîplomatîk wergirtine, diyar kir ku ji bo hilbijartinên serokkomariya Lubnanê, dê hewldan li ser asta navneteweyî ji nû ve dest pê bikin.

Hate diyarkirin ku li gorî çavkaniyan, dibe vê hefteyê şandeya serokatiya Fransayê Jean-Yves Le Drian û şêwirmendê Erebistana Siûdî Nîzar El Elewla li hev bicivin.

Heman çavkaniyan ji rojnameyê re diyar kiriye ku li ser esasê pêwîstiya lihevkirina li ser pakêteke giştî ev dosya ji nû ve hate vekirin ku li kêleka navê serokkomariyê divê bername, hikumeta nû, serokatiya wê, bernameya wê û gelek mijarên din, di ber çavan re bên derbaskirin.

Çavkaniyan destnîşan kir ku "Komîteya Pêncalî" li ser encamên civînên xwe yên beriya havînê, herî girîng jî li hev kirine ku divê navekî din ji bo serokkomariyê were pêşniyarkirin.

(şx)