2 dizên pez hatin girtin

2 kesên destê wan di diziya pez de heye, li Tebqayê hatin girtin.

2 dizên pez hatin girtin
3 îlon, 2024   10:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn parve kirine, li ser giliyên şêniyan ku diziya pez li herêmê zêde bûye, hêzê dest bi şopandinê kiriye.

Her wiha hate diyarkirin ku piştî komkirina delîlan, hêzê 2 kesên destê wan di diziyê de heye, bi operasyonekê girtine. Piştî lêpirsînê her du kes li xwe mikur hatine ku 109 serî pez dizîne, li ser wê û ji bo temamkirina tedbîrên qanûnî hêzê her du kes veguhastine dozgeriya giştî.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn destnîşan kir ku xebatên wê ji bo parastina ewlehî, mal û milkên şêniyan berdewam in.

(şx)