Rojevên îro yên rojnameyên erebî

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de bal kişand ser daxuyaniya Esed a der barê nêzîkbûna bi Enqereyê re, daxwaza koma Îxwan El Muslimîn a lihevhatina biMisirê re, her wiha binkeftina diyalogên agirbesta li Xezayê.

Rojevên îro yên rojnameyên erebî
26 tebax, 2024   10:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb a Londonê têkildarî daxuyaniya dawîn a Beşar Esed a têkildarî normalîzekirina têkiliyên bi Enqereyê re nûçeyek bi sernavê ‘Esed: Vekişandina tirkî ya ji Sûriyeyê şertê pêşîn ên diyaloga bi Enqereyê re nîn e’ weşand.

Rojnameyê diyar kir ku Esed bi vê daxuyaniya xwe "gog avêtiye ber pêyê Tirkiyeyê". Li gorî rojnameyê Enqere di avêtina gavên ji bo avakirina baweriya bi Şamê re, ne cidî ye. Rojnameyê rola Enqereyê ya di aloziya Sûriyeyê de, piştgiriya wê ya bi muxalefeta siyasî û leşkerî û şandina hêzên xwe ya nava xaka Sûriyeyê bi bîr xistin.

Rojnameyê bi bîr xist ku Esed di daxuyaniya xwe ya duh de gotiye vekişandina Tirkiyeyê ya ji xaka Sûriyeyê wekî şertek pêşîn ê diyalogê nîn e, lê di heman demê de dibêje "Lihevhatin bi bidawîkirina hebûna Tirkan a li Sûriyeyê û rawestandina piştevaniya bi terorê re pêkan e”.

Li gorî rojnameyê, dewleta Tirk di van salên dawîn de hewl dide siyaseta xwe li beramberî hikumeta Şamê di ber çavan re derbas bike. Esed di xîtaba xwe ya duh de gotibû "Hewldanên normalîzekirina têkiliyan bi Tirkiye re beriya 5 salan dest pê kiribûn. Gelek hevdîtin di navbera rayedarên her du welatan pêk hatin, lê bê encam bûn."

‘MISIRÊ DAXWAZA ÎXWANAN A LI SER LIHEVHATINÊ RED KIR’

Rojnameya Şerq El Ewsat îşaret pê kir ku Koma Îxwanan ji dewleta Misirê xwestiye ku li hev bên. Rojnameyê diyar kir ku ev yek di hundirê Misirê de hat redkirin û bû sedema parçebûna di navbera endamên Îxwanên li derve de.

Rojnameyê diyar kir ku siyasetmedar vê nêzîkatiya koma Îxwan El Muslimîn bi tirsa berpirsên wê ji normalîzekirina têkiliyên Misir-Tirkiyeyê ve girê didin.

Li gorî rojnameyê, çavkaniyên Tirk gotiye serokkomarê Misirê Ebdulfettah El Sîsî 4’ê Îlonê biçe Tirkiyeyê û bi hempîşeyê xwe yê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re bicive. Hate diyarkirin ku ji sala 2014’an ve (ji dema ku El Sîsî bûye serokkomar) dê ev serdan a ewil be.

’2 ÇAVKANIYÊN MISIRÎ: DAN Û STANDINÊN LI QAHÎREYÊ BÊYÎ LIHEVKIRIN BI DAWÎ BÛN’

Rojnameya El Beyan jî bal kişand ser dan û standinên Hemas û Îsraîlê yên der barê agirbesta li Xezayê de ku duh li Qahîreyê pêk hatin. Li gorî rojnameyê ku agahî ji du çavkaniyên misirî wergirtine, dan û standin bêyî lihevkirin bi dawî bûn.

Rojnameyê xalên sereke yên binakok ên di hevdîtinên bi navbeynkarên DYA, Misir û Qeterê de wiha parve kirin: "Meseleya hebûna Îsraîlê ya li xeta Pheladalphiyayê (Selahedîn), ev xet bi xwe xeteke teng e, li ser sînorê başûrê Xeza-Misirê, dirêjahiya wê 14.5 km ye. Çavkaniyekî misrî diyar kir ku navbeynkar alternatîfên hebûna hêzên Îsraîlê li korîdora Philadelphiyayê û Netzarim pêşkêş kirin, lê her du aliyan red kirin. Çavkaniyan destnîşan kir ku Îsraîlê ji bo serbestberdaa hin girtiyên Hemasê jî xwestiye ku eger bên berdan divê ji Xezayê derkevin. Çavkanî da zanîn ku Hemasê jî gotiye Îsraîlê ji vekişandina hêzên xwe ji korîdorê vegeriya û şertên nû danîne. Ji wan şertan; filistîniyên koçber dema vegerin bakurê Xezayê werin kontrolkirin."

(bb)