Dewleta Tirk careke din çekên qedexekirî li Zapê bi kar anî

Dewleta Tirk a dagirker duh li Zapê carek din li dijî gerîlayên azadiyê çekên qedexekirî bikar anî.

Dewleta Tirk careke din çekên qedexekirî li Zapê bi kar anî
26 tebax, 2024   10:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên bi hevkariya PDK-Iraqê yên ji bo dagirkirina tevahî xaka Kurdistanê bê navber dewam dikin. 

Dewleta Tirk a dagirker divê çarçoveyê de duh li Girê Bihar yê Zapê, bombeyên qedexekirî yên termobarîk bikaranî.

Li gorî dîmenên ku duh gihiştin ber destê ajansa rojnews’ê , tê diyar dibin ku dewleta Tirk bi balafiran bombeyên qedexekirî yên termobarîk bikartîne.

Tevî êriş, dagirkerî û bikaranîna çekên qedexekirî, di serî de Iraq, welatên cîhanê bêdengin.

Li gorî Peymana Cenevreyê qedexe ye

Çekên termobarîk hem ji ber germaya xwe ya zêde û hem jî ji ber bandoreke rûxîner li ser mirovên ku li ser tê bikaranîn û jê bandor dibe, li gorî Peymana Cenevreyê qedexe ye. Pispor diyar dikin ku bi taybet cara yekem çeka termobarîk sala 1949’an hate îmzekirin û 1977’an 2 protokolên pêvek lê hatin zêdekirin, dikeve çarçoveya Konvansiyona Cenevre ku bingehê hiqûqa mirovan ava dike.

Li jêr sernava ‘Pîvanên Bingehîn’ ên Hejmara 1 a Protokola lê Hate Zêdekirin a Madeya 35’an ev tişt tê gotin:

– Di çi şerekî bi çek de, mafê hilbijartinê yê amûrên şer û rêbazên şer ên aliyan bê sînor nîne.

-Çek, gule, amûr û rêbazên şer ên ji heda xwe zêdetir rê li ber birîndarî û dîsa êş vedikin, qedexe ne.

-Bikaranîna amûr û rêbazên şer ên ziyanê didin xweza, bandorê demeke dirêj li qadê, ziyanên demdirêj û cidî vedike, qedexe ne.”

Li gel vê protokola sala 1977’an hate îmzekirin, sala 1980’ê bi pêşengtiya Neteweyên Yekbûyî ‘Peymana Têkildarî Qedexe Yan Jî Sînordarkirina Bikaranîna Çekên Ku Bê Ku Ferqê Bixe Nav Û Bandora Wê Zêde, Rê Li Ber Ziyanên Mezin Ên Rûxîner Vedike’ hate îmzekirin. Li gorî vê peymanê bikaranîna çekên termobarîk qedexe ye. Dewleta Tirk a peymana protokola pêvek a Peymana Cenevre ya sala 1977’an îmze kirî, sala 2005’an ji aliyê Serokwezîrê demê Recep Tayyîp Erdogan ve hatiye îzmekirin û bûye aliyê peymanê.