CENTCOM’ê 4 keştiyên bêmirov ên Hûsiyan rûxandin

CENTCOM’ê ragihand ku 4 keştiyên bêmirov ên Hûsiyan li Deryaya Sor îmha kirine.

CENTCOM’ê 4 keştiyên bêmirov ên Hûsiyan rûxandin
22 tîrmeh 2024   11:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Navendî ya DYA’yê (CENTCOM) daxuyaniyek li ser hesabê xwe yê X’ê belav kir. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di 24 saetên dawî de 4 keştiyên bêmirov ên Hûsiyan li Deryaya Sor rûxandine.

Li gorî daxuyaniyê "ji bo parastina azadiya navîgasyon û avên navneteweyî tedbîr hatine girtin”.

CENTCOM’ê roja şemiya borî jî ragihandibû balafireke bêmirov ku ji deverên Hûsiyan ên li Yemenê rabîbû, rûxandiye.

(mg/bb)