Rewşenbîrên Ereb: Fikrên Abdullah Ocalan dikarin doza Filistînê çareser bikin

Rewşenbîr û nivîskarên Ereb destnîşan kirin ku bi ramanên Rêber Abdullah Ocalan doza Filistînê jî dikare were çareserkirin û modela Rêveberiya Xweser a li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê wekî mînak dan.

Rewşenbîrên Ereb: Fikrên Abdullah Ocalan dikarin doza Filistînê çareser bikin
22 tîrmeh 2024   08:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Înîsiyatîfa Erebî Ji Bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan, bi hevkariya Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan, têkildarî doza Filistînê êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê û rêyên çareseriyê komxebatek lidar xist.

Komxebat li ser 2 beşan bi rêya zoomê pêk hat û gelek rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedarên Kurd û Ereb ên ji Misir, Sûriye, Erebîstana Siûdî, Îmarat, Filistîn û Lubnanê beşar bûn.

Di beşa yekemîn de kokên doza Filistînê û aloziyên girêdayî wê, di beşa duyemîn de jî rêyên çareseriyê hatin gotûbêjkirin, pêşniyar hatin kirin.

Nivîskar û rojnamevanê Misrî Îlham Milîcî ku beşa yekemîn birê ve bir, kurtedîroka Înîsiyatîfa Erebî Ji Bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a ji aliyê rewşenbîr û rojnamevanên Misrî ve hatiye avakirin vegot. Milîcî diyar kir ku endamên înîsiyatîfê li ser edaletiya ramanên Rêber Abdullah Ocalan hemfikir in.

‘117 HEZAR ŞEHÎD Û BIRÎNDAR’

Milîcî, piştre pêvajoyên girîng ên şerê Ereb-Îsraîlê vegotin û got: “Ji destpêka tevgera Siyonîst a bi serkêşiya Theodor Herzl heta êrişa dawî ya ev zêdetirî 8 meh in domdar, 117 hezar kes şehîd û birîndar bûn, bi deh hezaran winda ne.”

‘BERJEWENDIYÊN HÊZÊN MEZIN’

Piştre Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Misirê Endezyar Behaudîn Şaban axivî û bal kişand ser projeya siyonîstî û aloziya Îsraîl-Filistînê. Şaban, diyar kir dijminatiya dijî Samiyan a di dawiya sedsala 19’an li Ewropayê derketiye holê, hiştiye ku tevgera Siyonsît ava bibe. Lê belê sedemeke veşartî ya avakirina vê tevgerê jî bidestxistina berjewendiyên hêzên mezin e.

Şaban, anî ziman ku di Konferansa Campbell-Bennerman ku navbera salên 1905 û 1907`an hat lidarxistin de, armanca sereke dabînkirina berjewendiyên hêzên mêtinger ên li herêmê û cîhanê bû. Şaban da zanîn wê demê planek hat îmzekirin ku serdestiya dewletên mêtinger bi rêya avakirina dewleteke biçûk berdewam bike.

PIRSGIRÊKA SIYASETMENDARAN Û NASNAMEYÊ

Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Guhertinê (Reformê) ya Sûriyeyê Profesor Emced Osman jî got divê bê fêmkirin ku doza Filistînê li gorî nêrînên siyasetmedarên Ereb ên herêmê tê şîrovekirin û ji derveyî vê çarçoveyê helwestek nayê nîşandan. Li gorî Osman ev helwest pirseke girêdayî têgeha nasnameyê ya wekî, “Gelo ev têgeh sabît e yan jî tê guhertin” derdixîne hole û bingeha piraniya pirsgirêkên herêmê ewe ku nasname weke têgeheke sabît tê dîtin. Bi nêrîna Osmên, ev rewş çareseriyê bi xwe re nayîne û dê aloziyan an jî gefên li dijî herêmê zêdetir bike.

GUHERTINÊN PIŞTÎ 7`Ê COTMEHÊ

Reuwşenbîrê Filistînî Dr. Eymen El Reqib jî behsa Samîtiyê û pênaseya wê kir. Eymen diyar kir ku Samî ne Cihu (Yahûdî) ne, lê Cihû vê têgehê bi kar tînin û wiha dewam kir: "Em bi xwe ji vê kokê ne. Mijareke din a gelekî xetere heye ku ruxmî peymana Camp David a di navber Misir û Îsraîlê de ji, di hundirê dewleta dagirker de hinek ji fikra dewleta Îsarîla mezin bawer dikin Li gorî baweriya wan, sînorên Dewleta Îsraîlê ya Mezin ji Firat heta Nîlê ne."

El Reqib da zanîn ku piştî 7’ê Cotmehê doza Filistînê dîsa ketiye rojeva cîhanê û êdî cîhan di wê baweriyê de ye ku divê ev alozî bê çareserkirin.

‘BI RÊYA RAMANÊN RÊBER ABDULLAH OCALAN PIRSGIRÊK DIKARE WERE ÇARESERKIRIN’

Balyozê Berê yê Misirê li Iraq û Lubnanê Şerîf Şahîn ku di heman demê endamê îîsiyatîfê ye jî diyar kir ku divê li ser pêvajoya piştî agirbestê bê rawestîn da ku ji bûyerên piştî 7’ê Cotmehê sûd were girtin, pirsgirêka Filîstînê jî çareser bibe. 

Şahîn destnîşan kir ku tenê bi rêya ramanên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê neteweya demokratîk an jî dewleta demokratîk, pirsgirêk dikare were çareserkirin. Şahîn diyar kir dozên Filistîn û Kurd dozen ku li têkoşîna gelên li azadiyê û jiyana bi rûmet digerin e.

‘ŞERÊ ŞARISTANIYAN E’

Paşê Edîtorê Kovara El-Şerq El-dEmokrasî Mamoste Selehedîn Mûslim axivî û bal kişand ku xalên ku dozên Kurd û Filîstînê nêzî hev dikin, ji yên ku dûrî hev dixin zêdetirin û got:  “Têkoşîna herduyan ji dema peymanên Balfour û Sykes Picot ku salek di navbera wan de heye ve didome. Herdu doz li Rojhilata Navîn dirêjtirîn doz in û siyaseta qirkirinê li ser van gelan tê meşandin.”

‘PÊWÎSTÎ BI DEMOKRASIYA RAST HEYE’

Doktor û Lêkolînerê Siyaseta Nasnameyê û Karûbarên Rojhilata Navîn Taha Elî jî bi pirsa, “Gelo ev şerê Erebî – Îsraîlî ye yan Îsraîlî-Rojhilata Navîn e?” dest bi axaftina xwe kir û ev tişt anîn ziman: “Ev şerekî şaristanî ye. Rewşa heyî, encamên pêla cîhanî yêntundraw e. Li Rojhilata Navîn girîngiya zindîkirina xeta çep heye da ku li ser asta cîhanê yan jî herêmê rastgirî ji holê rabe. Pêwîstî bi demokrasiya rast a li ser bingeha pejirandina hebûna yên din heye, ne tenê girêdayî encamên sindoqan be. Ev bi xwe jî kêmasiyeke ku ramanên Abdullah Ocalan wê çareser dike ye.”

NETEYA DEMOKRATÎK

Doktor û lêkolînerê Dîroka Îslamî yê Misrî Elî Ebû El-Xêr jî îşatet bi girîngiya têgeha Neteweya Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan kir. Ebû El-Xêr banga naskirina Tevgera Rizgariya Kurd li Tirkiyeyê û li derveyî wê kir û got: “Naskirina wê û piştgirya têkoşîna gelê Filistînê xalên girîng in. Eger Kurd mafên xwe bi dest xistin û yekitiya xwe ava kirin, dikarin têkildarî parastina doza Filistînê bi dewletên Erebî re alîkar bin.

‘EZ TEVLI RAMANÊN ABDULLAH OCALAN DIBIM’

Mamoste, Siyasetmedar û Çalakvanê Mafê Mirovan a Sûdanî Nîmet Kûkû Mihemed jî, bal kişand ser mijara olî û da zanîn ku sedema bingehîn a nakokiyên Erebî – Îsraîlî ev e. Nîmet Kûkû, anî ziman ku ew tevli fikrên Rêber Abdullah Ocalan ên têkildarî olan dibe û got: “Li aliyê din bandorên siyasî û aborî yên di aloziya Filistînê de dihêle em van xalan lêkolîn bikin da ku em bikaribin hişmendiyeke civakî ava bikin.

‘RÊVEBERIYA XWESER MÎNAK E’

Mamoste û Lêkolînerê Karûberên Rojhilata Navîn Hanî El Cemel ê Misrî jî bal kişand ser ramanên Abdullah Ocalan û got: “Dibe ku ramanên Abdullah Ocalan herêmê ji rewşa ku niha têde ye cudatir bike. Li aliyekî din jî pirsgirêka me ew e ku em ne çalak û aktîf bûn û rola me di birêvebirina aloziyên me de tune bû. Di serî de jî doza Filistînê heye. Dive amûr û alavên em ji cîhanê re pêşkêş bikin hebin. Mînaka wê jî proje û modêla Rêveberiya Xweser a li herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ye.”

(a)

ANHA