ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-9-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-9-2025
20 îlon, 2025   02:00

Sekreterê giştî yê Meclisa Qanûnî ya Ereb-Ermenî anî ziman ku federalî ji bo pêkhateyên Sûriyeyê şêwaza rêveberiyê ya herî guncaw e û got "Federalî dê aştiya navxweyî û yekparbûna xaka Sûriyeyê biparêze û di aliyê aborî de jî her herêmek dê yên din temam bike."

Sekreterê giştî yê Meclisa Qanûnî ya Ereb-Ermenî anî ziman ku federalî ji bo pêkhateyên Sûriyeyê şêwaza rêveberiyê ya herî guncaw e û got "Federalî dê aştiya navxweyî û yekparbûna xaka Sûriyeyê biparêze û di aliyê aborî de jî her herêmek dê yên din temam bike."

Ji ber kêmbûna ava çemê Firatê li Tebqayê zirarek mezin li qada çandiniyê bûye, gelek cotkar jî neçar man karê xwe biterikînin. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên Girkê Legê diyar kir ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan sûcekî siyasî û exlaqî ye û got rakirina tecrîdê pêdiviyeke mirovî û bingeha pêkanîna aştiyê ye. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêxê qebîleya Tey destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl da fîtneyê di navbera Kurd û Ereban de derxe û got: "Nameya Rêber Abdullah Ocalan banga xurtkirina jiyana hevbeş û aştiya civakî û yekrêziya Sûriyeyê ye." BI WÊNE Û DÎMEN

Mecila bajarê Girkê Legê konferansa komînan li dar dixe, li navenda Aram Tîgran ya Çand û Hunerê li bajarokê Rimêlan. (09.00) BI WÊNE Û DÎMEN

Dayreya Gumrikê dewreya efserên gumrikê ya bi navê Şehîd Nûredîn Sofî, bi dawî dike, li navenda dayireyê ya li bajarê Reqayê.(09.00) BI WÊNE Û DÎMEN

Kombûna Jinan a Zenûbiya û Kongra Star bi sernavê "Bi Rêveberiya Jinên Sûriyeyê Siberojeke Demokratîk Ava Bikin" li bajarê Hesekê konferansekê li dar dixe. (09.00) BI WÊNE Û DÎMEN

Komîteya Aboriya Jinan li bajarê Amûdê kargeheke jinan ya dirûtina cilan vedike. (10.00). BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarê Dêrikê dê sersaxiyê bidin malbata şehîd Hîlo Dêrik, li navenda Ciwanên Şoreşger ên Sûriyey. (10.00) BI WÊNE Û DÎMEN

Komeleya Hespên Erebî yên Resen a kantona Cizîrê li stadyuma Cizîrê ya li gundê Girkê Legê Xelo 2 pêşbirkên hesban li ser asta kantona Cizîrê li dar dixe.) 08.00) BI WÊNE Û DÎMEN

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi boneya salvegera damezrandina xwe dê şahiyan li dar bixe. Li navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê (10.00). li Qada Şehîd Egîd a li Kobanê (18.00). Li bajarê Dirbêsiyê (18.00), Til Temir (19.00) , Şedadê (10.00), Til Birak (10.00), Hesekê (17.00) . Parka Azadî ya Qamişlo(18.00), li Qada Jina Azad a Amûdê (17.00), li Parka 4’ê Nîsanê ya Tirbespiyê, (17.00), li Parka Dicle ya li Dêrikê (18.00), li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgan a li Rimêlan (18.30) û li Navenda Çandê ya Til Hemîsê (09.30) BI WÊNE Û DÎMEN.

Li kampa Waşûkanî ya gundewarê Hesekê der barê aştiya navxweyî de forûmek tê lidarxistin (17.00) BI WÊNE Û DÎMEN